Li Anatolyaya Navîn heyecana hilbijartinan
Namzetê HDP’ê yê Rêza Yekemîn ê Konya Alîkar Doç. Dr. Battal Odabaşi, li avahiya Kûlû ya HDP’ê, bi endamên partiyê re têkildarî xebatên hilbijartinê civînek li dar xist.

Piştî namzetên parlamenteriyê hatin aşkerakirin, xebatên hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîranê jî destpê kirin. Namzetê HDP’ê yê Rêza Yekemîn ê Konya Alîkar Doç. Dr. Battal Odabaşi, li avahiya Kûlû ya HDP’ê, bi endamên partiyê re têkildarî xebatên hilbijartinê civînek li dar xist. Di civînê de ligel Odabaşi, namzetên HDP’ê yên Konya, rêveberên HDP’ê yên Bajêr ên Konya, rêveberên HDP’ê yên navçeyê, endamên meclîsa Şaredariya Kûlû yên DBP’yî û gelek partîgir tevlî civînê bûn.
Odabaşi di axaftina xwe de got ku ji ber di partiyeke wek HDP’ê de bûye namzet û bûye namzetê gelekî ku berî niha bi sedê salan ji xaka xwe hatiye qutkirin û sirgûnî Anatolyaya Navîn bûye ser bilind e.
Odabaşi anî ziman ku ne tenê namzetê Kurdan, namzetê her kesên li Anatolyaya Navîn dijîn e û got, "Zîhniyeta ku dixwaze me wek Kurdên Anatolyaya Navîn, Kurd Rojhilat-Rojava cuda dike divê vê zanibe ku em tek in û em ê vê yekîtiya xwe bi hilbijartinan re pêş bixin.”