Ji bo parastina mafê bêhngirtinê dengan bidin HDP’ê!
Nêzî 500 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ hatin cem hev û bo piştgiriya HDP’ê ketin nava tevgerê.
Nêzî 500 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ hatin cem hev û bo piştgiriya HDP’ê ketin nava tevgerê.
Nêzî 500 rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ hatin cem hev û ji bo piştgiriya HDP’ê ketin nava tevgerê. Nivîskar- rojnameger Seray Şahîner ku di kampanyayê de cih girt, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku yekane hêviya li dijî zext û qedexeyan, HDP ye. Şahîner da zanîn ku ev hilbijartin ji bo şûndexistina AKP’ê derfetek e û bang li hemû gel û aliyên ku rastî zextan hatine kir ku ji bo bêhna xwe bidin, bila dengê xwe bidin HDP’ê.
Seray Şahîner bi lêv kir ku ‘Ji bo hilweşandina bendê kampanyaya +1’ mehek berê dane destpêkirin û da zanîn ku di nav de Vedat Turkalî, Murathan Mungan, Latîfe Tekîn, Ahmet Umît jî heye 500 nivîskar, hunermend, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmedarî li dijî zext û qanûnan, biryara piştgiriya ji bo HDP’ê girtine. Şahîner bi lêv kir ku di çarçoveya vê de metnek bangê ya ku hilweşandina bendê vedibêje ava kirine û bi vê bendê banga piştgiriya ji bo HDP’ê li hemû gelan dikin.
EV DERFETEKE
Şahîner got ku AKP'ya mafê jiyana gelan tine dihesibîne, bi piraniya xwe ya li meclîsê bawer dike û her qanûna ku dixwaze derdixe û got: “Ji bo em ji vê re bêjin êdî bes e, hilbijartin derfeta herî mezin in. Ji ber vê ji bo AKP bê şûndexistin ev hilbijartin gelek girîng in. Yekane rêya ku AKP’ê şûnde bixîne hilweşandina bendê ya HDP’ê ye.”
HÊVÎ HDP YE
Şahîner diya kir yekane hêviya ku li dij faşîzmê ye, HDP ye û berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Şahîner bi lêv kir ku ji bo gel dakeve kolanan, daxwazên xwe bi rehetî bînin ziman û azad bibin divê bend bê hilweşandin. Şahîner bang li hemû aliyên di bin zextan de mane kir û bi HDP’ê re bikevin nava piştevaniyê.