Yek ji namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Kurkçu got,"Pêwîst e, projeya me li Îzmîrê pêk bê; eger li Îzmîrê pêk bê wê li Tirkiyeyê jî pêk bê.” Dîsa ji namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Dogan û Dr. Gul jî, gotin ku wê tevayî gel û baweriyan hembêz bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lîsteya namzetan amade kir.
Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, Muslum Dogan û Dr. Zekî Gul ên ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku HDP li bajêr pirçandîtiyê nîşan dide.
'EGER PROJEYA ME LI ÎZMÎRÊ PÊK BÊ WÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ PÊK BÊ'
Namzetê HDP’ê yê Herêma Yekemîn Rêza Yekemîn ê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu:
"Cihên em lê tên nîşandan em bi xwe nahilbijêrin. Lê ez bi çûna Îzmîrê razî me. Ya yekemîn ev e ku me heta niha ji Îzmîrê wekîl dernexistine. Me li Mersînê jî dernexistibû lê me wekalet ji wir girt. Ya duyemîn; Ez civak, ax û jiyana Îzmîrê pir ji nêz ve nas dikim. Her sal herî kêm ez di 3-4 bernameyan de cih digirim. Xizmên min jî li Îzmîrê dijîn. Têkildarî mijara wê li Îzmîrê çi bên kirin fikra min heye. Pêwîst projeya me li Îzmîrê pêk bê; eger li Îzmîrê pêk bê wê li Tirkiyeyê jî pêk bê.”
'EM Ê TÊGIHIŞTINA HATIYE BEREVAJÎKIRIN HILWEŞÎNIN'
Namzetê HDP’ê yê Herêma Duyemîn Rêza Sêyemîn Dr. Zekî Gul:
"Em ê li Îzmîrê têgihiştina ku parlamenterên netewegir ên CHP’ê berevajî kirine hilweşînin. Em ê nîşanî Tirkiyeyê bikin ku ew ne rast e.”
'ÎZMÎR MOZAÎKA WELÊT E'
Namzetê HDP’ê yê Herêma Duyemîn Rêza Yekemîn, Muslum Dogan:
"Ez ne tenê namzetê Elewiyan im, ez namzetê tevayî gelan im. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke nû em tên. Wê bernameyeke ku tevayî gelan û baweriyan digire nav xwe wê hebe. Îzmîr mozaîkeke welêt û potansiyeleke berfireh a dengan heye.”