Em ê dengên xwe bidin HDP’ê
Însiyatîfa “10'dan Sonra" der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.

Însiyatîfa “10'dan Sonra" der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li ber avahiya Gara Haydarpaşa ya li Kadikoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de namzetên HDP'ê yên Stenbolê Bulent Uluer, Filîz Kerestecioglu, Beyza Ustun, Murat Mihçi û bi dehan kes amadebûn. Di daxuyaniyê de pankartên "10'dan Sonra ji bo bêhnek xweş dengê me ji HDP'ê re", "Dê HDP bendê hilweşîne" hatin daliqandin û dowîzên "Li her cihê têkoşîn, di meclîsê de HDP" û "Ji bo aştiya civakê HDP" hatin rakirin.
'HDP WÊ BENDÊ HILWEŞÎNE"
Li ser navê Însiyatîfa "10'dan Sonra" Melîs Ozbakir daxuyanî xwend û diyar kir dirûşma "Jiyana nû" ji bo têkoşîna wan hêviyekê. Ozbakir anî ziman ku dixwazin jiyanek azad ava bikin û wiha got: "Em tax û bajarên xwe dixwazin bi xwe rê ve bibin. Ji bo jiyanek azad ku jin bi xwe bikarin biryaran bigrin û ji bo jin bikarin mafê xwe yê rewa biparêzin em ê dengê xwe bidin HDP'ê." Ozbakir da zanîn ku wê HDP di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê hilweşîne û bilêv kir ku wê hemû xeyalên AKP'ê were rûxandin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Li hemû cihan têkoşîn di meclîsê de HDP" û "Dengê xwe bidin HDP'ê" dawî bû.