HDP'ê li Stenbolê bi girseyî starta hilbijartinê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê starta xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê li Kadikoyê bi mîtîngeke girseyî û bi coş da.

Di mîtînga li Qada Îskele gel û namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê hatin gel hev. Dirûşmên, “Ji bo azadiyê em HDP”, "Ji bo edaletê em HDP", "Ji bo aştiyê em HDP", "Em HDP, em biçin meclîsê” hatin gotin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê û namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, rastî eleqeyeke zêde hat. Bername di şexsê Hevserokê berê yê Rêxistina HDP’ê ya Giyadîn Cezmî Bûdak de bi rêzgirtinê destpê kir. Girseyê sirûda, "Çerxa şoreşê" xwend û dirûşma, "Şehîd namirin" got.
Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş çavlirê ye namzet gel silav bikin.