‘Platfoma Bila Çiyayê Yamanlar Nebe Sergo’ hat avakirin!
Li dijî çêkirina Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk ên Bakur ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê xwestin li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, xebatên rêxistinbûnê yên welatiyan didome.
ÎZMÎR
OZGUR AYDIN
şemî, 11 avrêlê 2015, 10:51
Li dijî çêkirina Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk ên Bakur ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê xwestin li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, xebatên rêxistinbûnê yên welatiyan didome û nêzî 100 komeleyên herêmê, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û partiyên siyasî hatin cem hev û ‘Platforma Wê Çiyayê Yamanlar Nebe Sergo’ ava kirin.
Li dijî çêkirina Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk ên Bakur ku ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê xwestin li Çiyayê Yamanlar bê çêkirin, xebatên rêxistinbûnê ya welatiyan didome. Bi banga rêxistina HDP’ê ya Taxa Yamanlar, komeleyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin cem hev û dem bi dem civîn pêk anîn û li ser mijara ku wê karibin çi bikin, biryaran digirin. Di rojên buhrî de li Karşiyakayê, li Navenda Hunerê ya Karşiyakayê civînek berfireh pêk hat.
Di civînê de hat diyarkirin ku di raporên ku ji bo Çiyayê Yamanlar ji Hacettepe û ODTU’yê hatine girtin de, agahiyên têkildarî ku Çiyayê Yamanlar bila bibe parka neteweyî cih digirin. Hat diyarkirin ku li ser vî esasî ku Çiyayê Yamalanlar bibe parka neteweyî rastir e. Nêzî 100 komeleyên herêmî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin cem hev û ‘Platforma Wê Çiyayê Yamanlar Nebe Sergo’ ava kirin. Platform ji bo tesîsa xwe yekem berteka xwe wê di 17’ê Nîsanê de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera bike.
EV DER HERÊMA JEOPARK E
Endezyarê Jeolojiyê Prof. Dr. Burhan Erdogan diyar kir ku berê derfetê meşandina xebata akademîk ya li herêma Çiyayê Yamanlar hebû û wî wek kesekî bê alî raporên ku ODTU û Hacetepeyê amadekiriye, lêkolîn kiriye û got: “Cihê mijara gotinê ye, çiyayê volkan e û zanîngehan raporên berfireh dane. Ji ber vê kes nekare li wir tesîsê çêbike. Tesîsa li wir bê avakirin wê avê qirêj bike û 20-30 salên din şûnde wê vegera vê qirêjbûnê tinebe. Ev der çiyayekî volkane û cihekî taybet e. Ev der herêma Jeopark e û cihekî taybet yê cîhanê. Li Tirkiyeyê li cihekî din tine.”
ÊM CIH NÎŞANÎ WAN BIDIN
Erdogan bi lêv kir ku divê hilbijartina cih baş bê kirin û her cihê çal ne cihê depokirina sergo ye û got: “Li Îzmîrê li dora kanên keviran çal hene, min bihist ku dixwazin wan deran bi kar bînin. Lê wir jî nabin. Li cihên ku depoya sergo bê çêkirin divê zinarên bin erdê, tiştekî derbas nekin. Ez dikarim 10 cihan pêşniyarî şaredariyê bikim.”