Ji Şaredariya Denderleeuw ji bo qutbûna elektrîkê lêpirsîn

Hat ragihandin ku ji ber qutbûna elektrîka li bajaroka Denderleeuw a Belçîka ku navendên Sterk TV, Med Nuçe û Ronahî TV lê ne şaredariyê lêpirsîna îdarî da destpêkirin.

Danê sibehê ji ber êrîşa berfireh a li hember şebekeya elektrîkê ya avahiya Radyoya Dengê Mezopotamya û avahiyên şîrketa xizmeta produksiyonê dide SterkTV, Mednuçe TV, Ronahî TV kabloyên elektrîkê şewitîbûn. Ji ber texrîbata mezin weşana saziyan rawestiyabû.

Şaredariya Denderleeuw a sazî lê ne, û Îdareya Elektrîkê lêpirsînek da destpêkirin.

Li gel vê ji bo weşanên televîzyon û radyoyan nesekinin Şaredariyê û Îdareya Elektrîkê bi hev re 3 jeneratorên mezin bicih kirin û derfeta ji nû ve weşanan afirand.

Saet ji 16.00’an şûn ve weşanan ji nû ve destpêkirin, ji bo pirsgirêka elektrîka giştî çareser bibe jî xebat bê navber didomin.