KCDK-H kongreya xwe li dar xist

Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-H) a Hollanda kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Den Haag li dar xist. Hevserokên KCD-E Dilşa Osman, Murat Ceylan, endama TJK-E Gonul Kaya di kongreyê de axivîn.

Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-H) a Hollanda kongreya xwe ya yekemîn li bajarê Den Haag li dar xist. Di kongreyê de Hevseroka KCD-E Dilşa Osman got, “Demokrasî adalet tê wateya îradeya gel derkeve holê. Ji ber vê jî pêwîst e meclîs bihêz be, lingên meclîsê komîsyon in.”

Di kongreya bi deqeyek rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê destpê kir, Hevseroka KCD-E’ê Dilşa Osman got, “Eger ti gulekê av nedî û xwedî nekî mezin nabe. Divê bi vî awayî em nêzî xebatên xwe bibin. Her xebata me divê li ser esasê berxwedanê bin. Di demokrasî û edaletan de divê îradeya gel derkeve holê, ji bo vê pêwîst e meclîs bi hêz bin. Lingên meclîsê komîsyon in. Ji bo em layiqî şehîdan bin û wan ji bîr nekin divê em serketî bin.”

Endama TJKE Gonul Kaya jî got ku Rojhilata Navîn ketiye nav pêvajoya ji nû ve avakirinê. Kaya anî ziman ku kongreya neteweyî ji bo berjewendiyên gel girîng e û pêvajoya hilbijartinan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand. Kaya got, “HDP ne projeyeke hilbijartinan, projeyeke jiyan û jiyaneke hevpar a demokratîk e.”

Hevserokê KCD-E Murat Ceylan jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfa civakî, siyasî, aborî û parastinê re civakeke demokratîk dike armanc.

Ji YNK’ê Şêx Saman û ji organîzastona Jinên Cîhanê-Hollanda Jane Possel ên wek mêvan tevlî kongreyê bûn di axaftinên xwe de kongre silav kirin. Possel anî ziman ku wek jin bi Rojava û Kobanê re di nav piştevaniyê de ne.

Piştî axaftinan rêvebername hat xwendin, meclîsa ji 35 kesan hat hilbijartin.