'Di pergala serdest a mêr de guherîna HDP’ê’

Nûnerên SKM, ÎFK û YDK’ê diyar kirin HDP'ya 268 namzetên jin nîşan dane carek din nîşan daye ku ‘partiya jina ye’ û di siyaseta serdest a mêr de guherînek mezin daye destpêkirin.

Nûnerên SKM, ÎFK û YDK’ê diyar kirin HDP'ya 268 namzetên jin nîşan dane carek din nîşan daye ku ‘partiya jina ye’ û di siyaseta serdest a mêr de guherînek mezin daye destpêkirin.

Piştî ku partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzetan ên hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê aşkera kirin, nîqaşên destpê kirin berdewam dikin, yek ji mijarên der barê lîsteyên partiyan de herî zêde tê nîqaşkirinê jî hebûna jinan a di lîsteyê de ye.

Li Tirkiyeya ku rêjeya hilbijêran ji sedî 51 jin e, hejmara namzetên jin a di lîsteya HDP’ê de 268’ e. CHP'ya di pêvajoya bernamzetiyê de bi dirûşma ‘guherîn’ derket pêş, hejmara namzetên jin a di lîsteya wan de 103 ye.  Ya AKP’ê 99 û ya MHP’ê jî 40 e.

Endamên Jina Demokratîk a Nû (YDK), Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK) û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) rewşa lîsteya namzetiyê nirxandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî got: “Rewşa niha, di rastiyê de bi pêvajoya BDP’ê destpê kir.  Beriya wê Tevgera Jinan a Kurd di vê mijarê de  zêdetir li ser mijara têkoşîna azadiya jinê, ji bo jin di siyasetê de bên dîtin ev pêvajo da destpêkirin. Bi vê gava hatiye destpêkirin re, ev pêvajo bi HDP’ê re veguherî rewşeke xurt.”

Çelebî got ku hêza ku AKP bir desthilatdariyê jî keda jinê bû û lê mixabin her tim mêr hatin dîtin.

HDP’Ê SIYASETA MÊR GUHERT

Çelebî bi lêv kir ku hîna di siyasetê de jin zêde nayên xuyakirin û got: “Tenê nîşandana namzetan têr nake, ya girîng ev e ku jin li cihên ku bên hilbijartin, bên nîşandan. HDP’ê siyaseta mêr a li Tirkiyeyê guhertiye. Divê îradeya jinê bê mezinkirin.”

Çelebî di berdewamiyê de got: “Ev pêvajoya nû li aliyê me jina ye. Di hilbijartinan de em jin divê xwe zêde rêxistin bikin, hewcedariya me bi piştevaniya jinê heye. Banga me ji bo hemû jinan ev e ku jin bibin yek beden. Yekan rêya vê ya herî xurt hemû jinên Kurd û Tirkiyeyê di bin HDP’ê de bên cem hev.”

Endama Kolektîfa Femînîst a Stenbolê Denîz Bayram diyar kir dema li lîsteyan dinêrin, tenê kotaya jinê ya HDP’ê balê dikişîne û got: “Di AKP, CHP û MHP’ê de jin sembolîk mane. Li şûna gotinên ‘em jinan namzet nîşan didin’ wêdetir divê derbasî pratîkê bibin. Rêjeya namzetên jin ên HDP’ê hêviyê didin.”

DIVÊ RÊXISTINÊN JINAN HEVPAR BIXEBITIN

Li ser navê YDK’ê Rahîme Karvar jî axivî û got ku HDP’ ya ku 268 namzet nîşan daye, carek din nîşan daye ku li dij partiyên nûneriya pergala serdestiya mêr dikin, partiya jinan e.” Her wiha Kavrar anî ziman ku nîqaşên weke ku CHP dostê jinan hatiye îlan kiriye jî komîk dibîne.