Li Amedê di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
Komxebata ji aliyê Şaredariya Peyas a Amedê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de dewam dike.
Komxebata ji aliyê Şaredariya Peyas a Amedê ve hatî lidarxistin, di roja 2’yan de dewam dike.
Komxebata “Zarok paşeroja civaka azad in” ku ji hêla Şaredariya Peyasê ya Amedê ve tê lidarxistin, di roja 2’yan de didome. Komxebat, li avahiya xizmetê ya şaredariyê tê lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Di komxebatê de rûniştina “Perwerdeya ziman a pirzaravayî û rola malbatan” de Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, mamosteya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Sûzan Vejan Tatli û endamê Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) Mûrat Burtakuçîn weke axêver axivîn.
Şêrko Kanîwar diyar kir ku li Amedê bi zaravayên Soranî, Kirmanckî û Kurmancî tê axaftin û bal kişand ser girîngiya ziman. Kanîwar, behsa polîtîkayên pişaftin û înkarê yên bi salaye tên domandin kir û berpirsyartiyên dikevin ser milê malbatan rêz kir. Kanîwar, diyar kir ku hewceye di nava malê de bi zaravayên Kurdî were axaftin û got: “Heke di nava malê de ziman were parastin, zarok jî dê zimanê xwe biparêzin û bi kar bînin. Divê her kes bi zimanê xwe bijî.”
Sûzan Vejan Tatli jî bi lêv kir ku hewceye her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û divê her kes ji ewil bi zimanê xwe yê dayikê were pênasekirin. Sûzan Vejan Tatli, got: “Zimanê dayikê, bingeha her civakê ye. Ji ber ku kesek bi zimanê dayikê ji dayik dibe û her tiştekî bi vî zimanî pênase dike. Mentiqa komarê li ser yekperestiyê hatiye avakirin û bi vî mentiqê tê domandin. Divê her tiştek yek be, ziman yek be, dewlet yek be. Li gorî vê mentiqê, divê tenê Tirkî û Tirk hebin. Ev pergal di nava xwe de pirzimaniyê û pirçandiyê nahewîne. Têkoşîneke bêhempa ya Kurdan li dijî vê ferasetê çêbû. Û vê têkoşînê xwe gihand van rojan. Gelek girîng e ku mirov xwedî li zimanê dayikê derkeve.” Sûzan Vejan Tatli, anî ziman ku divê xebatên ziman bibin xebata sereke.
Mûrat Burtakuçîn jî li dijî gotina “Ji bo Kurdî daxwazek nîne” , li ser sedemên nebûna daxwazê, sedema neşandina zarokan a li Zarokistan û saziyên xebatên zimanê Kurdî dimeşînin sekinî. Burtakuçîn, got: “Zarokên bi zimanê dayika xwe mezin dibin, di her qadê de bêhtir çalak in. Bandoreke mezin a mejî li ser zimanê dayikê heye. Zarokên bi zimanê dayika xwe mezin dibin, fikr û ruhê xwe li gorî zimanê dayikê nîşan dide. Dema mezin bû jî bi vî zimanê ji dayik û bavê xwe hîn bûyî jiyana xwe didomîne. Zanîna bi zimanê dayikê, hînkirina zimanên din jî hêsan dike. Mirov bi çiqasî zimanan bizane, mejî jî ji wê hêlê ve ewqas pêş dikeve.”
Di rûniştina duyemîn de mijara bi sernavê “Mufredata xweser û çêkirin û bikaranîna materyalên perwerdeyê” hate nîqaşkirin. Mamostaya Zarokistanê Rengîn Sansarkan, endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Yildirim Arslan û mamosteyê Kurdî Salih Ongun axivîn.
Yildirim Arslan, anî ziman ku divê nêzikatiya li hemberî ziman, çand, perwerdeyê baş were fêmkirin. Arslan, diyar kir ku hewcehî bi nîqaşên têkildarî perwerde, avakirina jiyana nû, banga Rêber Apo û zimanê çareseriyê bên kirin.
Salih Ongun jî daxuyand ku perwerdehî ji kêliya jidayikbûnê heta mirinê didome û ji bo pêşketina perwerdeyê divê li gel derfetên teknîkî û teknolojîk, çawaniya wan jî baş were zanîn.
Rengîn Sansarkan jî têkildarî muefredatên perwerdeyê agahî da û bal kişand ser welatên perwerdeyê pirzimanî û pirmufredatî didin. Rengîn Sansarkan, girêdayî van mînak bi lêv kir ku hewceye mufedateeke li gorî çand û nasnameya Kurdan were amadekirin û ew ê di vê mijarê de xebatan bikin. Rengîn Sansarkan, got: “Divê em dev ji zimanê xwe bernedin û xwedî lê derkevin.”
Piştî axaftinan, bi tevlibûna beşdaran nîqaş hatin kirin.
Komxebat, bi mijara bi sernavê “Mamosteyên pergala ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê” domiya.