Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kongreya xwe li dar xist

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku îro pêk hat komîsyon û hevserok hatin hilbijartin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku îro pêk hat komîsyon û hevserok hatin hilbijartin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kongreya xwe ya awerte li lokala Navenda Civakê pêk anî. Di kongreya ku bi rêzgirtinê destpê kir ji bo dîwanê rojnamevan Fûat Kav, Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat û Hevserokê CDK-F Rustem Ozay hatin hilbijartin.

Rojnamevan Kav ê pêşketinên siyasî nirxand, bal kişand ser têkoşîna dîrokê ya Kurdan. Kav got ku di nav şert û mercên Rojhilata Navîn û herêmê de tecrûbeyên têkoşînan  û qirkirinên Kurd bi wan re rû bi rû hatin berxwedana Rojava û Kobanê afirandin. Kav bal kişand ser pozîsyona Kurdistaniyên li Ewropayê girtine.

Kav got ku civaka Kurd a li Ewropayê dengê Kobanê ye, divê bi heman hestyariyê rêxistinbûna xwe ava bike. Kav behsa girîngiya meclîsbûnê jî kir.

Paşê rapora xebatên salekê ji aliyê Hevserokê Navenda Civakê Cengîz Baldaş ve hat xwendin.  

Li dû raporê hilbijartin pêk hat. Piştî hilbijartinê hevserok hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinê de Ozcan Bahşî û Serpîl Dînç wek hevserok hatin hilbijartin. Endamên nû yên komîsyonên rêxistinkirin, çapemenî, çand, bawerî, karên derve, ziman, ciwan , YXK, Aştû û lihevkirinê ji bo erêkirinê pêşkêşî meclîsê hatin kirin. Hevserokan soz dan gel ku di xebatên demên pêş de bi awayekî aktîf bixebitin.