Celal Dogan starta xebatên hilbijartinê da

Yek ji namzetên HDP’ê yên Dîokê Celal Dogan, li Stenbolê ku bi Pirsûsiyan e hat gel hev strata xebatên hilbijartinê da.

Yek ji namzetên HDP’ê yên Dîlokê Celal Dogan, li Stenbolê ku bi Pirsûsiyan e hat gel hev starta xebatên hilbijartinê da. Dogan got ku di HDP’ê de navekî nû ye, lê ne ji HDP’ê xerîb e û jî tenê ye û got, "Eger em aştiyê bi ser bixin, eger em jiyana azad bi ser bixin, wê ev madalyaya min a herî bi rûmet a di nav HDP’ê de be.”

Celal Dogan ê parlamenterê berê yê Dîlokê û salên dirêj Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê kir, di hilbijartinên giştî yên HDP’ê de li Dîlokê namzetê HDP’ê yê rêza yekemîn e. Dogan piştî namzetiya wî hat aşkerakirin, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Pirsûs a Stenbolê ziyaret kir û starta xebatên xwe yên hilbijartinê da. Dogan û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ayşe Erdem, li ber avahiya komeleyê bi dahol û zûrneyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Dogan, li ber avahiya komeleyê bi girseyê re govend gerand û paşê xîtabî welatiyan kir.

Dogan anî ziman ku ew jî bi eslê xwe ji Pirsûsê ye, piştgiriya gelê Pirsûsê ya ji berxwedana Kobanê re mezin e û got, “Kobanê bi berxwedana xwe îro li Rojhilata Navîn bûye rol model. Kobanê roniya Rojhilata Navîn e. Tirkiye li şûna bi DAIŞ’ê re bibe hevkar divê hevkariya bi Kobanê re wek wezîfeyeke namûsê zanibe." Dogan anî ziman ku êdî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye xwedî gotin û wiha dewam kir: "Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn demokrasiya gelê Kurd daniye holê wê bibe xwedî gotin. Û ev demokrasî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî gelan pêwîst e.”

Paşê Dogan û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê  Ayşe Erdem, bi Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Pirsûs Kerem Şeker, Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrêrojhilat û namzetê HDP’ê yê Herêma Sêyemîn a Stenbolê Abdulhakîm Daş û rêveberên gelek komeleyên herêmî û rêxistinên civaka sivîl re derbasî avahiya komeleyê bûn. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Pirsûs Kerem Şeker, diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên Dogan ku bi serdana komeleya wan destpê kiriye ji bo wan girîng e, Pirsûsiyên li Dîlokê wê bi Dogan û namzetên din ên HDP’ê re di nav piştevaniyê de bin.

Dogan ê  bi rêveberên komeleyê re sohbet kir û got, “Yekemîn xebata xwe ya hilbijartinê ku min li derveyî herêma xwe li Stenbolê kir balkêş e. Lê ez jî ji Pirsûsê me û bi mirovên ku koka min ji wir tê re bû nesîb ez strata xebatên xwe yên hilbijartinê bidim xweş e.” Dogan got ku di HDP’ê de navekî nû ye, lê ne ji HDP’ê xerîb e û jî tenê ye. Dogan axaftina xwe wiha domand: "Em mirovên nifşa 68’an e. Wê demê hevalên me li sêdaran gotin, 'Bijî biratiya Tirk û Kurdan’. Lewma ez ne xerîbê têkoşîna HDP’ê me. Ez xwe ne tenê ne jî xerîb hîs dikim. Eger em aştiyê bi ser bixin, eger em jiyana azad bi ser bixin û ew madalyaya min a herî bi rûmet a di nav HDP’ê de be.”

Piştî sohbeta bi rêveberên komeleyê û nûnerên saziya civaka sivîl re Dogan bi daxwaz û hêviya serketinê ber bi herêma xwe ya hilbijartinê ve hat oxirkirin.