Kaya: Min biryar da ku divê ligel mazluman bim

Huda Kaya ya bi nasnameya Îslamî ya HDP’ê tê nasîn got, "Min dît ku ev pergal û serdest, rastiyan vedişêrin û ev jî di bawerî, pirtûk û wijdana min de tine."

Huda Kaya ya bi nasnameya Îslamî ya HDP’ê tê nasîn got, "Min dît ku ev pergal û serdest, rastiyan vedişêrin û ev jî di bawerî, pirtûk û wijdana min de tine. Min ji ber baweriya xwe got ‘Ez ji vê zilmê re nabim amûr’ û  min biryar da ku ligel mazluman cih bigirim.

Nivîskara Îslamî Huda Kaya, yek ji namzetên lîsteya jiyana nû ya HDP’ê ye. Li Stenbolê ji Herêma 1. di Rêza 1. de hat nîşandan. Kaya got ku eger HDP bendê derbas bike wê yek ji parlamenterên ku biçe Meclîsê be.

Huda Kaya kî ye? Xeta wê ya siyasî ji ku tê? Di hinek malperên nûçeyan de weke ku heyrana Erdogan e hat nîşan dan. Bi rastî rewş çi bû?

Namzeta parlamenteriyê Huda Kaya bersiv da van pirsan.

Kaya ji bo sekna xwe ya beriya 12’ê Îlonê dibêje; "ciwantiya min di nava tevgerên ulkuciyan de derbas bû. Ez ji sempatîzanbûnê wêdetir bûm. Di cîhana min de ji bilî Tirkan dostên Tirkan tinebû.”

Kaya got ku piştre ketiye rêya ku Quranê nas dike. Di 1988’an de di dema doza destberdanê de neçar ma biçe Meletiyê.  Lê ji Meletiyê wêdetir çûyîn ew ditirsand.  Ya ew ditirsand hebûna Kurdên Meletiyê bû. Bi 5 zarokên xwe re çû Meletiyê.  Li wir dimînin û di roja 20. de biryar didin ku wê li Meletiyê bicih bin.

Ji bo dostanî û piştevaniya ku wan rojan dît, wiha got: “Mirovên ku wan rojan ez li mala xwe kirim mêvan, îro jî di jiyana min de cihekî wan ê girîng heye.”

Di pêvajoya 28’ê Sibatê de bi keçên xwe re hat girtin. Di navbera 1998 û 2003’an de 4 caran ket girtîgehê, bi tevahî 3 salan di girtîgehên Agirî û Meletiyê de ma. Şoreşgerên jin yên Kurd û Tirk nas kir. Hebûna wan, pirsên nû anî jiyana wan. Avabûna AKP’ê wek gelek aliyên oldar ji bo Kaya û malbata wê jî bû hêvî. Lê piştre qut bû.

Tevî vê qutbûnê, hinek çapemeniyên çep di rojên dawî de nûçeyên ku Kaya pesnê Erdogan dide weşandin.

Rewşa rast çi bû?

Bersiva Kaya: Desthilatdariya îro di encama zilm, zext û qedexeyên 28’ê Sibatê de, wek desthilatdariyek,  bertekek psîkolojîk derket holê.  Berê û piştî 28’ê Sibatê, dema HDP di jiyana me de tinebû, têkoşîna me ya azadî, wekhevî, aştî û edaletê berdewam dikir. Ji ber xetek min a wisa bû, Erdogan piştî hat hilbijartin di axaftina xwe ya şaneşînê de  got ‘Yên deng dane min û yên nedane min, welatiyên min in’. Ger ev pêk bihata wê xwîna diherîkî bisekiniya, wê aştî pêk bihata û ji bo hemûyan edalet pêk bihata. Ji aliyê serokekî ve sozeke wiha mirov hestiyar dikir. Min heta hilbijartina buhrî jî deng da AKP’ê. Min ev jî veneşart. Ji ber ti sozên wan pêk nehatin, Komkujiya Roboskî pêk hat, dengê muxalîfan hat birîn, li aliyekî gotin ‘Bihuşt di bin lingê dayikan de ye’ û li aliyê din dayika Berkîn Elvan li kolanan protesto kirin. Bi sedan sedemên wiha hene. Ev bûyerên ku lêgerînan kûr dikin.”

KOMKUJIYA ROBOSKÎ BANDOREK NEYÊNÎ KIR

Huda Kaya got ku skandalên bertîl û nelêrêtiyê yên di dema AKP’ê de jî bandor li ser wê kirine û wiha axivî: “Lê bi taybet Komkujiya Roboskî bandorek neyênî li ser min kir.”  Kaya piştî komkujiyê bi komek jinên Îslamî re çû Roboskî. Kaya ji bo wan rojan wiha got: “Min wê demê HDP nas nedikir. Me hewl dabû em êşa jinên Roboskî parve bikin. Ez çûm alîkariya malbatên erdhejzede yên Keşmîrê jî. Ez çûm kampên penaberan ên Filistînê jî.  Min alîkarî da kesên bê bav û bê dê yên Sudanê. Min gelek xebatên bi vî rengî meşand. Lê kesên li hember van geşedanên li derveyî sînorê wan de tên jiyîn, wêjeya mazlumtiyê dikin, li hember qetilkirina ewladên xwe, tiştek nekirin. Me dît ku ev pergal û serdest rastiyan vedişêrin û ev jî di bawerî, pirtûk û wijdana min de tine. Min ji ber baweriya xwe got ‘Ez ji vê zilmê re nabim amûr’ û  ez ligel mazluman im.”

Huda Kaya di 2013’an de meha Tebaxê de çû Qendîlê û çavderiyên xwe pêşkêş kir. Dema vegeriya di malpera hurbakiş.net de weşand. Di biryara wê ya çûnê de Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn naskirina wê ya tevgera jinan a Kurd bi bandor bû. Dema çû jî wisa difikirî: Çiyayek û mirovên ku di şert û mercên dijwar de dijîn. Em difikirîn ku em bi kesên ku bi salan e şer kirine re rû bi rû bên.

Lê fikara wê ya di vegerê de: Jiyana gerîlayan, ne tenê çek, ne tenê jiyanek mahkûmî mirinê ye, di rastiyê de ji bo jiyanek xweş û bi wate tiştên pêwîst dikin.

Huda Kaya 2013’an  meha Mijdarê di Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê de cih girt.  Wê rojê derket kursî û got: “Xwezî zimanê girseya oldar jî îro li vir xurt bûya.”

Ev gazincek bû. Gelo têkiliya oldaran îro bi HDP’ê re çi ye?

Bersiva Kaya wiha ye:

“Di pêvajoya dawî de ji rojhilat bigire heta rojava, ji Kurdistanê heta Stenbolê bê îstîsna, em bi aliyê muhafazakar re hatin cem hev. Li her cihê ku ez çûmê, Kurd û Tirkên ku berê deng nedabûn HDP û BDP’ê veguherine girseyên ‘Hûn bûn dengê me yên wir.’”

Kaya di dawiya axaftina xwe de got, "Wê HDP hemû bendan hilweşîne û em ê pêvajoya hilbijartinê ya hemû zarok, ciwan û baweriyên me azad dikin, hemû av, xak û her wiha Bendav û HES’an hildiweşînin bijîn."