"Em ê nehêlin bedewiya Amedê bê xerakirin"

Şaredariya Surê di civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî ya vê mehê de jî agahiyên girîng der barê xebatên xwe yên li gundên Surê hatine kirin û der barê avakirinên qaçax ên beriya hilbijartinan de jî hişyarî da.

Şaredariya Surê di civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî ya vê mehê de jî agahiyên girîng der barê xebatên xwe yên li gundên Surê hatine kirin û der barê avakirinên qaçax ên beriya hilbijartinan de jî hişyarî da 

Şaredariya Surê Amedê di encama berdewamiya têgeha şaredariyeke şefaf û ji gel re vekirî de civînên xwe yên meclisê bi tevlîbûna gel berdewam dike. 

Vê carê şaredariya Surê civîna xwe ya meclisê li nava Surên dîrokî li birca Bizinê dîsa bi tevlîbûna gel pêk anî. 

Civîna vê carê jî bi tevlêbûna hevşaredarên Surê Fatma ŞIK BARUT û Seyid NARÎN, endamên meclisa şaredariyê , rêxistina navçeya Surê ya DBP, gerînendeyên beşan ên şaredariyê, Keyayên taxan û xelkê taxê pêk hat. 

Di civînê de li ser kar û xebatên şaredariyê yên di nava mehekê de hatine kirin hate rawestandin, her wiha piştî rapora şaredariyê xelkên taxa Ali Paşa û Lale Bey jî hin pirsgirêkên xwe anîn ziman. 

Piştre jî hevşaredara Surê Fatma Şik Barut spasiya kesên tevlî vê civînê bûne kir û girîngiya tevlîbûna gel a van civînên meclisê anî ziman.  Şik di axaftina xwe de got ku şaredariya Surê her mehê carekê civînên xwe yên meclisê li taxeke cuda dike û ji xelkên taxê raste rast agahiyên der barê xebat û pirsgirêkên wan de digirin.  Şik got ku gelekî girînge ji bo şaredariyê ku raste rast agahiyan ji gelê xwe bigire û raste raste ji xwediyê pirsgirêkê guhdarî bikin û anî ziman ku rexne, pêşniyar û nerênên we ji bo me esas û giringin. 

Fatma ŞIK BARUT der barê kampanya paqijiyê ya bi navê 'Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim' jî agahiyên berfireh bi beşdddarên civînê re parve kir û got: ' Wekî hûn dizanin berî çend rojan kampanyeke paqijiyê ya mezin li seranserê Amedê hatiye destpêkirin. Em di vê kampanyayê de dixwazin ku wekî gelê vî bajarî tev bi hevre bêjin ku em ji bajarê xwe hez dikin û em bajarê xwe qirêj nakin. Her wiha wekî ku tê gotin paqijiya herî bikêrhatî neqirêjkirine, lewre em tev bi hevre bibin alîkar û vî  bajarê xwe yên dîrokî yê xweşik qirêj nekin. 

ŞIK BARUT, got ku bi nêzîkatiya hilbijartinan re her car hin kes hewl didin ku vê rewşê bikar bînin û dest bi lêkirina avahî û xaniyên qaçax bikin.  Barut da zanîn ku ew ê rê nedin avakirinên qaçax yên ku bedewiya vî bajarî xira dikin û got "Ev bajar ê me teva ye û em ê rê nedin ti kesî ku vê bedewiya bajarê me bi xanî û avakirinên ne li rê û qaçax xira bike. Her wiha em dîsa dibêjin ku em ê rê nedin hin kesên keysparêz ku bi nêzîkatiya hilbijartinan re dest bi avakirinên qaçax û ne li rê bikin.

Me ev biryara xwe bi tevlêbûna hemû beşên têklidar  re girtiye û çi hewldaneke bi wî rengî hebe wê rastî mudaxeleyê were. Ya ji tevî, girîngtir jî ew e ku nava Suran cihekî dîrokî ye û ev mîrasê dîrokî yê me teva ye û em dixwazin wê bi dinyayê bidin naskirin. Divê em tev xwedî lê derkevin û rê nedin ku hinek keysparêz vê bedewiya bajarê me xera bikin.  Wekî hun dizanin di vî warî de jî gelek xebat hatine kirin û surên me di rêya endamtiya UNESCO de ye. Lewre jî divê em hişyar bin û xwedî li vî mîrasê xwe derkevin da ku rêya UNESCO nêzîktir bibe û ev bajar bibe wekî mûzeyeke vekirî ji bo hemû geştevanên dinyayê. 

Ji aliyekî din ve hevşaredar Seyid Narîn jî  di destpêka axaftina xwe de spasiya hemû başdaran kir û li ser girîngiya van civînên bi gel re axivî. 

Narîn bersiva hin pirsên beşdaran da û wiha derbarê xebatên ji bo taxa Ali Paşa de hatine kirin de axivî: “Ew pirsgirêkên ku hevalê me anî ziman ê di nava 2 rojan de tev werin çareserkirin û em wê soza di hizûra beşdaran de didin."

Hevşaredar Seyid Narîn der barê xebatên Şaredariyê yên di dema dawî de bi giranî li gundên Surê hatine kirin bi beşdarên civîna meclisê re parve kir û wiha got: “Me 100 hezar metre kare kevirên peyariyan raxist” û ev xebatên me hîna jî berdewam dikin.  Narîn anî ziman ku armanca wan ew e heta dawiya mehên biharê 100 hezar metre kare din kevir bikin û nava malên gund ji herî û çiravê xelas bikin.