CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Enqereyê polîsan careke din êrîşî bîranîna Berkîn Elvan kirin
Zarokê bi navê Berkîn Elvan ê di bûyerên Geziyê yên li Stenbolê de, ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da, li Enqereyê hate bîranîn û polîsan careke din êrîşî çalakiya bîranînê kirin. -
Ji bo Berkîn Elvan li gelek navendan çalakî HAT NÛKIRIN
Li Enqere, Edene û Îzmîrê di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tevî failên Elvan tên zanîn jî hê ti doz nehatine vekirin. -
HDP’ê, ji bo bi mîlyonan xizanan bang li Meclîsê kir
HDP’ê ji bo nirxandina şert û mercên mirovên di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn bang li Meclîsê kir. Balûken ê têkildarî mijarê daxwaza hevdîtina giştî kir got ku 50 mîlyon mirov di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn. -
Malbata Elvan li hember Wezareta Karên Hundir doz vekir
Malbata Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya 1 mîlyon TL vekir. -
Li Swêd Suryanî û Kurdan DAIŞ protesto kirin
Li bajarê Helsingborg ê Swêd Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd derketin qadan û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûriyên li Rojava-Gozarto protesto kirin. -
Li Dêrsimê li hember kana keviran têkoşîn
Li gundê Sînan ê girêdayî navenda Dêrsimê gundiyên ku destûr nedan kana keviran, ber bi qada kana keviran ve meşiyan ji bo makîneyên kar nexebitin bangawazî kirin. -
Polîsan li Îzmîrê girt ser konê ji bo Hoffmann hatibû vedan
Polîsan li Îzmîrê girt ser konê taziyeyê yê ji bo şervana Elman Ivana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da hat vedan. Di êrîşa polîsan de 11 kes hatin binçavkirin. -
Li Sirtkoy û Aydinê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Hezex û Aydinê dewam kirin -
'Xwedîderketina li şoreşa Rojava wezîfeya me ya esasî ye'
Çalakiyên 8’ê Adarê yên hefteyeke li Londrayê didomin duh bi panel û aktîvîteyeke çandî bi dawî bûn. Gelek kes beşdarî panel û aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bûn. -
Li Celle buroya hilbijartinê hat vekirin
Li bajarê Celle yê Elmanya buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin. -
Li hemberî bendav û HES’an meş
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê li hember bendav û HES’ên tê xwestin li Kurdistanê bên çêkirin ber bi Heskîfê ve meşek li dar xistin. -
Şervanên YPJ’ê Îlbaş û Akay hatin bîranîn
Şervanên YPJ’ê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) li bajarê Arnhem ê Hollanda hatin bîranîn. -
Li Anatolyaya Navîn coşa 8’ê Adarê
Li bajarên Konya, Enqere, Karabuk, Eskîşehîr û Kirşehîr ên Anatolyaya Navîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin. -
Şervana MLKP’ê Îvana Hoffmann li Bruksel hat bîranîn
Rêxistina ciwanan a girêdayî AvEG-Kon, Young Struggle (YS) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), şervana MLKP’ê ya Elman Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da û hevalên wê yên têkoşînê bibîr anîn. -
Li Ewropayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek navendên Ewropayê di atmosfera berxwedanê de hat pîrozkirin. Di çalakiyên pêşengiya jinan de ku serketina Kobanê hat silavkirin, banga xurtkirina piştevaniya bi Şengalê re hat kirin. -
Ji bo Berxwedan Varto û 8 hevalên wî li Rennes bîranîn
Ji bo 9 şervanên YPG’ê yên 22, 23, 24 û 26’ê Sibatê li Til Hemis û Til Temir di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li rojavayê Fransa bajarê Rennes merasîmeke bîranînê hat lidarxistin, taziye hatin qebûlkirin. -
Ji bo Berkîn Elvan bi hezaran bûn yek dil
Berkîn Elvan, di yekemîn salvegera mirina xwe de hat bîranîn. -
Demîrtaş: Pakêt bi reformê rast nabe divê bê kişandin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê tevlî bîranîna Berkîn Elvan bû, got ku di 12 salên desthilatdariya AKP’ê de bi sedan zarok li kolanan hatin qetilkirin. -
Li aqubeta jinên hatin windakirin û qetilkirin hat pirsîn
Dayikên Şemiyê di heftaya 519'emîn de aqûbeta jinên di binçavan de yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin pirsîn. -
KONGRA GEL 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek nivîskî da û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir. -
'Girtîgehên Tîpa F rê li ber nexweşiyan vedike!'
Doktor Zekî Gul, diyar kir ku pergala girtîgehên Tîpa rêbaza îşkenceyê ye, dewlet bi rêya girtîgehan peyamê dide civakê û anî ziman ku pêwîst e girtîgehên Tîpa F û yên zarokan bên girtin. -
Li Çorûmê xwendekarên zanîngehê di greva birçîbûnê de ne
Xwendekarên Zanîngeha Hîtîtê ya Çorumê ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê yên di greva birçîbûnê de ne îro dest bi grevê kirin. -
Ciwanên Kurd li Den Haagê civiyan
Ciwanên Kurd li bajarê Den Haagê bernameyek pêk anîn û peyama wê tevlî jiyana jirêderketî ya Ewropayê nebin û li dora felsefeya Ocalan bibin xelek dan. -
Bi alên KJA şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin
Li gundên Elîzer û Miseynterê bi pêşengiya jinan gelek welatî hatin cem hev û bi hilgirtina alên KJA'yê di roja berxwedanê ya 174'an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. -
Li Basel û derdorê wê ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde
Li basel û derdora wê di çarçoveya hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 25. ku xebat tên meşandin ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde heye.