'Dewlet pêwîst e bi paşerojê re rû bi rû were'

ÎHD û xizmên windayan weke her hefte îro jî çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” pêk anîn.

ÎHD û xizmên windayan weke her hefte îro jî çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” pêk anîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiya xizmên windayan de axivî û îfadeyên Endamê MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur ên di doza têkildarî qetilkirina karsazên kurd de dayîn bibîrxist û wiha got: "Dewlet her tiştî dizane. Divê dewlet her tiştê dizane aşkera bike û rû bi rû bê. Rêya aştiyeke bi rûmet di rû bi rûbirûnê re derbas dibe."

AMED

Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 322'emîn li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin û wêneyên kesên di binçavan de hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên ÎHD, xizmên windana û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hemû kes kiryarên cînayetên li Kurdistanê pêk hatin dizanin. Bîlîcî anî ziman ku di doza duh a têkildarî qetilkirina karsazên kurd a Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn, Korkut Eken û Ayhan Çarkin tên darizandin de Endamê MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur îfade dan. Bîlîcî da zanîn ku sûcên dijmirovahî yên li Kurdistanê pêk hatin weke polîtîkayeke dewletê pêk hatin û wiha got: "Dewlet her tiştî dizane. Divê dewlet her tiştê dizane bêje û bi pêşerojê re rû bi rû bê. Riya aştiyekî bi rûmet jî ji vê yêkê re derbas dibe. Êdî dest ji van pêkanînan berbidin. Qatilên sûcên li hemberî mirovaniyê derxin holê." Bîlîcî bilêv kir ku dewlet li şûna lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze qatilan diparêze û wiha axivî: "Cînayetên kiryar nediyar yek yek demborî dikin. Ji wan re dibêjin 'Heya vê seatê dernekevin derve. Em ê ya pêwîst bikin. Em ê dosyayan demborî bikin û we xilas bikin' Lê hezar sal jî derbas bibin kiryar neyên darizandin wê aqilê dewletê bê darizandin. Dê lêborînê bike."

Nûnerê ÎHD'ê yê herêmê Abdullselam Înceoren çîroka qetilkirina Hatîce Alay a ku di 10'ê Îlona 1996'an de li navçeya Pîranê ya Amedê ji aliyê tîmên teybet ve pêk hat vegot. Înceoren nivîsa kurê Atalay Haci Atalay têkildarî qetilkirina dayîka xwe de nivîsandî xwend.

TÎMÊN TAYBET ATALAY Ê ZEVÎ AV DIDA QETIL KIRIN

Atalay roja bûyerê seat di 10.00 û 11.00'an de ji bo baxçeyê xwe yê kîlometreyek dûrî malê û li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîroz av bide çû. Piştî Atalay û kesên pê re dest bi avadana baxçe kirin demek şunda tîmên taybet ên li Girê Ziyaretê yên piştî Midûriyeta Polîsan hatin bicihkirin gulebaran kirin. Di vê demê de kesên zevî avdidin ber bi midûriyeta polîsan ve beziyan gotin bila gulebaranê nekin. Lê polîsan ji hevserê Atalay re gefên "Em ê te bikujin" xwarin. Di encama gulebaranê de Atalay birîndar bû û heya seat 18.00'an leşkeran destûr nedar bibin nexweşxaneyê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî doktor û dozger hatin cihê bûyerê cenazeyê Atalay teslîmî malbatê hate kirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya 322'min a bi dirûşma, "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê bi tevlî bûn gelek xizmên windayan û nûnera ÎHD'ê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin winda kirin û qetil kirin hilgirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagadîr axivî û diyar kir ku komeleya mafê mirovan ji 1'ê hezîrana 1995'an heya niha ji bo kujer bên dîtin li qadan in û ji bo demokrasiyê di qirin. Bagadir anî ziman ku bi ser bûyerên kiryar nediyar de derbas jî bibe ew dê lêgerîna xwe bidomînin û ev yêk ji bo dewlet tirk dê her tim lekeyekî reş be.

Bagadir komkujiya Ermeniyan bibir xist û êrîşên çeteyê DAIŞ'ê ya li ser Kobanê û Şengalê şibandin hev got ku komkujiya Ermeniyan di cîhanê de komkujiya herî mezin a li hember ol û civakan e. Bagadir da zanîn ku niha jî li ser Kurdan êrîşên çeteyan hene. Bagadir destnîşan kir ku ger hesabên komkujiya Ermeniyan bihata pirsîn îro li Şengal, Kobanê û Robaskiyê komkujî pêk nedihatin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xizmên windayan û ÎHD'ê li Kolana Hunerê çalakiya xwe li dar xist. Ligel xizmên windayan gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal axivî û wiha got: "Di pêvajoya cînayetên kiryar nediyar ên salên 90'an û lîsteya 54 karsazên kurd deşîfre bû Mehmet Agar û Tansu Çîller neyên darizandin ev yêk nîşaneya xapandinê ye."

Piştî re aqubeta Karsaz Kadîr Keremoglu yê ku di 14'ê Nîsana 1995'an ji aliyê JÎTEM'ê ve dema ji mizgeftê derket hat revandin û ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayên girtin hat pirsîn. Arîf Keremoglu çîroka windakirina bapîrê xwe wiha vegot: "Di encama lêkolînên me kirin de bapîrê min ji aliyê Şeyhmus Durak ve hate revandin û teslîmî Yeşîl û Alaattîn Kanat ve hate kirin. Piştre em hînbûn ku bapîrê min hate qetilkirin. Ji bo cenazeyê wî xerac xwestin. 20 salin em li edaletê digerin."

Kurê Keremoglu Bahattîn Keremoglu axaftinek kin kir û xwest ku kiryarên bavê wî bên dîtin û bên darizandin.

Piştî axaftinan çalakiya rûnşitinê pêk hat.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber Sumerbankê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên komeleyê gelek nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Nnerê ÎHD'ê yê Herêma Egeyê Alî Aydin çîroka Nurettîn Yedîgol ên di 10'ê Nîsana 1981'an de li Îdealtepe hate binçavkirin û careke din ti agahî jê nehatin girtin bi raya giştî re parve kir.

Aydin anî ziman ku Yedîgol li Îdealtepe di encama serdagirtina malê de hate girtin û birin Qereqola Gayrettepeyê û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Aydin da zanîn ku bavê Yedîgol Îsmaîl Yedîgol serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da û ji wî re gotin qeyda binçavkirina Yedîgolê tineye û 34 salin ti encama ji serlêdanên sûc nehatiye girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

CIZÎR

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya hefteya 329'emîn de aqûbeta Nezîr Acar ê ku di sala 1992'an de ji hêla leşkeran ve hatî windakirin pirsîn. Salîh Acar, çîroka windakirina birayê xwe vegot û got ku leşkeran birayê wî winda kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin di hefteya 329'emîn de dîsa li Kuçeya Hunerê ya Cizîrê civiyan. Nûnerên MEYA-DER, ÎHD, KURDİ-DER, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret û gelek hemwelatî piştgirî dan çalakiyê. Dayikan wêneyên kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin û "Albûma Şehidan" li qadê vekirin. Di vê hefteyê de çiroka Nezir Acar ê di sala 1992'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatî windakirin hat vegotin.

'DEWLET KUJERAN NAS DIKE LÊ WAN VEDIŞÊRE'

Salîh Acar çîroka birayê Nezîr Acar vegot û da zanîn ku birayê wî di sala 1992'an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û piştre jî wan tu agahî negirtin û wiha got: "Birayê min Nezir ji bo mêvaniyê li Kerboranê li mala hevalê xwe bû. Wê şev leşkeran di ser malê de girt birayê min min û du hevalên wî binçavkirin. Leşkeran hevalên wî berdan lê ew bernedan. Ji wê roj heya niha me tu agahî ji birayê xwe negirt." Acar, destnîşan kir ku ew dixwazin kesên birayê wî binçavkirî û winda kirine bên darizandin û wiha axivî: "Ew kesên birayê min binçav kirine di nava qeydên leşkeran de hene. Dewlet kiryaran nas dike lê wan vedişêre. Heta kesên birayê min windakirî neyên aşkere kirin em ê li qadan bin. Bila dewlet hestiyên birayên min bidin da ku em zanibin gora wî li ku ye."

Nûnerê Komaleya Mafê Mirovan Abdulkerim Pusat jî destnîşan kir ku kujer aşkera ne lê dewlet wan nadarîzîne û wiha got: "Bi salane em li van qadan navê kujeran didin lê dewlet van kesan diparêze. Li Tirkiyeyê tenê peyva edaletê heye lê di pratikê de li ser navê edaletê tiştek nîne."

Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.