Ciwanên Êlihê li hember Bendava Ilisû banga çalakiyê kirin

Meclîsên ciwanên Êlihê yên HDP û DBP’ê, ji bo şermezarkirina ji nû ve destpêkirina xebatên Bendava Ilisû wê 13’ê Nîsanê starta “Pêngava Xwedî Derkeve” bidin destpêkirin. Ciwanan beriya starta pêngavê li Heskîfê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Meclîsên ciwanên Êlihê yên HDP û DBP’ê, ji bo şermezarkirina ji nû ve destpêkirina xebatên Bendava Ilisû wê 13’ê Nîsanê starta “Pêngava Xwedî Derkeve” bidin destpêkirin. Ciwanan beriya starta pêngavê li Heskîfê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de li hember êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xwezaya Kurdistanê nerazîbûn hat nîşandan û bang li gelê Êlihê hat kirin ku 13’ê Nîsanê tevlî çalakiyê bibin.

Li Bakurê Kurdistanê çêkirina HES û bendavan û ji nû ve destpêkirina bendava Ilisû wê 13’ê Nîsanê bi “Pêngava Xwedî Derkeve” werin şermezarkirin.

Meclîsên ciwanan ên HDP û DBP’ê yên Êlihê beriya “Pêngava Xwedî Derkeve” çûn Heskîfa di bin avên bendavan de tê hiştin û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Abdulbarî Karaagaç û Rojda Surucu, endamêm Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

'QIRKIRINA BI PERGAL'

Di çalakiyê de pankarta, "Xwedî li av, ax, enerjî, kolana xwe xwedî derkeve” hat vekirin, endamê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Ferzan Avci yê daxuyanî da got, "Êrîşên li hember xwezaya Kurdistanê di salên dawî de pêş ketin. Mêtingeriya aborî û ekolojîk di roja me de bûye qirkirineke bi pergal.”

Avci got ku xebatên tinekirina dîrok û xerakirina hevsengiya ekolojîk a li Bakurê Kurdistanê ji dîrokê ve yek ji parçeyên polîtîkaya înkar, tinekirin, îskanê ya Komara Tirkiyeyê li hember gelê Kurd e.

‘EM XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN’

Avci axaftina xwe wiha domand, "Di serî de wek ciwanên Êlihê û ciwanên Kurdistanê, em ji bendav, qirkirina dîrok û xwezayê re dibêjin, ‘raweste’. Li ser vî esasî em bang li tevayî gelê Êlihê û ciwanên wê dikin ku xwedî li ‘Pêngava Xwedî derkeve’ derkevin.”

Avci, da xuyakirin ku wek ciwanên Êlihê 13’ê Nîsanê roja Duşemê bi girseyê wê biçin Kerboranê, li cihê bendava Ilisû tê çêkirin kon vedin û aktîvîteyan li dar bixin.

BANGA JI BO GELÊ ÊLIHÊ

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî got ku biryara meclîsên ciwanan ên HDP û DBP’ê dîrokî ye û wê piştgiriyê bidin kampanyayê.

Ozdemîr ev bang li gelê Êlihê kir: "Têkildarî bendav û HES’ên dij mirovatiyê yên hikûmeta AKP’ê dixwaze çêbike, pêwîst e em li rex ciwanên xwe bin û piştgiriyê bidin wan. Em li benda gelê xwe ne, da ku roja Duşemê saet 10.30’î ji ber şaredariyê em ber bi Bendava Ilisû ve bimeşin. Em xwedî li xweza û dîroka xwe derkevin.”