'Me qirkirina Ermeniyan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin'

Ji Tirkiye û cîhanê 11 rêxistinên komunîst, bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke hevpar dan.

Ji Tirkiye û cîhanê 11 rêxistinên komunîst, bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke hevpar dan.

Ji Tirkiye û cîhanê 11 rêxistinên komunîst, bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan beriya 24’ê Nîsanê daxuyaniyeke hevpar dan. Partiya Komunîst a Tirkiye/Marksîst-Lenînîst, Partiya Komunîst a Yewnan-Marksîst Lenînîst, Eniya Parastina Gel a Gelan a Brezîlya, Eniya Şoreşger a Gel a Bolîvya, Yekîtiya Komunîstên Şoreşger a Şîlî (Marksîst-Lenînîst-Maoîst), Rêxistina Avakirinê ya Maoîst Partiya Komunîst a Kolombiya, Partiya Komunîst a Ekvador-Roja Sor, Koma Maoîst Komunîst, ji DYA Koma Lêkolînê ya Şoreşger a Marksîst-Lenînîst-Maoîst, Partiya Komunîst a Hîndîstan, Xeta Proleter a Marksîst Lenînîst a Fasê di daxuyaniya xwe ya hevpar de gotin, "Di 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de em kesên qirkirin pêk anîne careke din lanet dikin. Kesên qirkirin pêk anîne wê nikaribin ji darizandina dîrokê birevin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê hê jî dijmintiya li hember Ermeniyan didome û wiha hat gotin:

"Dewleta Tirk dijmintiya li hember Ermeniyan îro jî didomîne. Li ser qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk ê 10’ê Çileya 2007’an ji aliyê çeteyên kontra yên di nav dewletê de xwe rêxistin kirine hat qetilkirin sal jî derbas bûn, ji doza wî ku hê ti encam nehatiye girtin bi awayekî zelal ev veşartina qatilan îfade dike. Dewleta Tirk li Tirkiyeyê mafê jiyanê nade netewe û kêmaran. Hebûna bi mîlyonan Kurdên Kurdistana Tirkiyeyê heta dema nêz hat înkarkirin. Dewleta Tirk a di encama têkoşîna berdêla can a tevgera neteweyî ya Kurd de neçar ma hebûna Kurd qebûl bike, di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê hê jî gelek mafên demokratîk ê gelê Kurd qebûl nekiriye. Dewleta Tirk Ermenî jî di nav de li hember Laz, Çerkez, Rûm û kêmneteweyên din polîtîkaya cudakariyê didomîne. Me di salvegera 100. de Qirkirina Ermeniyan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.”