Tore: HDP, wê dawiya dîktatoriya Erdogan ve AKP’ê bîne
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne.
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne.
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne.
Yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera çep a Tirkiye Teslîm Tore, têkildarî pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivî.
'MEKANÎZMAYA BIRYARA PÊVAJOYÊ OCALAN Û KCK YE'
Tore, gavneavêtina hikûmeta AKP’ê ya der barê pêvajoya çareseriyê de rexne kir û got, "Di merheleya em gihiştinê de eger mirov li bendê be wê AKP tiştekî bike şaş e. Vê pêvajoyê bi tena xwe tevgera azadiyê û Ocalan bi rê ve dibin. Li cihekî du hêzên ku wê bêjin 'ev pêvajo qediya’ tenê ev her du hêz in. Ti derdê Erdogan û hikûmetê yên vê pirsgirêkê çareser bikin nîne. Di destpêkê de xwestin vê pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe çareser bikin. Xwestin berjewendiyek polîtîk ji vê pêvajoyê bigirin. Lê weke fikirîn derneket. Ocalan bi polîtîkaya di vê pêvajoyê de pêk anî niyeta rastî ya AKP û Erdogan derxist holê.”
'OCALAN KÎMYAYA ERDOGAN XERA KIR'
Tore diyar kir ku Ocalan’ bi 10 xalên danî holê û bi peyama Newroza Amedê re ji bo pêvajo veguhere aştiyê wezîfeyên hikûmetê anîne bîra wê û got, "AKP’ya niyeta wê ya rast ne çareserî ye, di encama polîtîkaya ku Ocalan bi rê ve bir, ket rewşeke ku nizane çi bike. Ji ber polîtîkaya Ocalan bi rê ve dibe kîmyaya Erdogan xera bû.”
Tore wiha dewam kir: “Êdî ev baş fêm kirin; êdî vegera ji vê pêvajoyê nîne. Eger têkildarî meşandina pêvajoyê helwest bigirin jî negirin jî, bi her du şêwazan baş fêm kirin ku dawiya wan hatiye. Pevçûna wan ev pevçûn e. Erdogan eger zanîbûya wê pêvajo bê vê astê qet dest bi pêvajoyê nedikir.”
'10 XAL PROJEYA PÊŞEROJA GELAN E'
Tore anî ziman ku Ocalan ligel ku wezîfeyên dewletê pê dide bibîrxistin, di serî de HDP ji hêzên şoreşger û demokrat re projeya pêşerojê ya gelan pêşkêş kiriye û ev 10 xal ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê di wê astê de ne ku pêşerojeke gelên Rojhilata Navîn diyar dike.
'OCALAN MÎRASA MAHÎRAN HILGIRT'
Tore anî ziman ku bi Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re tevgera çep a Tirkiyeyê derbeke mezin xwar û got, "Di vê pêvajoyê de tevgera azadiyê ya bê têkçûn ji pêvajoyê derket, biryara rêvebirina mîrasa Mahîran girt. Agirê li Nûrhaklar pê diket neqlî çiyayên Kurdistan kir. Û ev agir qet venemirî, mezin bû û gihişt van rojan. Ocalan ê mîrasa ji Mahîran wergirt û bi awayekî herî watedar anî van rojan îro ev emanet dewrî me yanî HDP’ê kir. HDP wê vî emanetî hilgire têbikoşe û li ser esasê jiyaneke nû ava bike. Divê em bi awayekî baş xwedî li vê fikra Ocalan emanetî me kiriye derkevin. Pêwîst e em bi HDP’ê re vê fikrê li her qada civakê ava bikin.”
'HDP WÊ AŞTÎ DEMOKRASÎ Û DAWIYA DÎKTATORIYÊ BÎNE'
Tore da xuyakirin ku siyaseta azadîxwaz û demokratîk a HDP’ê hikûmeta AKP’ê kiriye nav tirseke mezin û wiha dewam kir: "Pevçûna îro ya di nav AKP’ê de encama polîtîkaya Ocalan û HDP’ê ye. Ev pevçûn dema HDP bendê derbas bike wê mezintir bibe û dawiya diktatoriya AKP’ê û Erdogan bîne.”
Teslîm Tore da xuyakirin ku di merheleya em têde yekane hêza aştî û demokrasiyê bîne welêt HDP ye.
Tore bal kişand ser pratîkkirina 10 xalên ku Ocalan daniye holê û diyar kir ku wê serketina HDP’ê dawiya dîktatoriya Erdogan-AKP’ê bîne.