Di Parlamentoya Ermenîstanê de gotûbêjên komkujiya Êzidiyan

Komkujiya Êzidiyan a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin. Di gotûbêjê de daxwaza destek û alîkariya ji bo Êzidiyên rastî komkujiyê hatin hate kirin.

Komkujiya Êzidiyan a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin. Di gotûbêjê de daxwaza destek û alîkariya ji bo Êzidiyên rastî komkujiyê hatin hate kirin.

Komkujiya Êzidiyan a ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê re destpê kir û di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, gelek kes dîl hatin girtin û bi hezaran kes koçber bûn, di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin.

Saziyên Kurdan ên li Ermenîstanê bi armanca nêzîkbûna salvegera 100’emîn a Qirkirina Ermeniyan a ku 24’ê Nîsana 1915’an pêk hat, ji bo qirkirina Êzidiyan ji aliyê dewleta Ermenîstanê ve were qebûlkirin, pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kirin.

Roja 8’ê Nîsanê pêşnûme di Parlamentoya Ermenîstanê de hate gotûbêjkirin û hate xwestin ku qirkirina Êzidiyan a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat weke qirkirin bê qebûlkirin. Di daxuyaniya ji aliyê parlamentoyê ve hate dayin de hate diyarkirin ku divê destek û alîkariyê bidin Êzidiyan.

Rayedarên Ermenî, endamên Meclîsa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê û endamên komîsyonên meclîsa Ermenîstanê amade bûn. Di parlamentoyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Êzidiyan û kêmarên gel û baweriyên din ên li Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin.

Di gotûbêjan de hate destnîşankirin ku divê bi awayekî lezgîn alîkariyê bidin Êzidiyên ku rastî êrîşan tên. Her wiha bang li sazî û dezgehên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku alîkariya ji bo Êzidiyan were zêdekirin. Her wiha hate xwestin ku ji bo êrîşên li hemberî Êzidiyan tiştên pêwîst bên kirin.

Partiyên ku vê destekê dan vê biryara alîkariyê û tevlî gotûbêjan bûn; Partiya Komargir a Ermenîstanê, Partiya Mureffeh a Ermenîstanê, Kongreya Neteweyî ya Ermenîstanê, Partiya Taşnaksuyun Mîras, Fraksyona Qanûn û Qûralan.