Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga ji bo nasandina namzetên HDP'ê ya Wanê de got, “Em ê dest bidin hev û jiyan û siyaseteke nû ava bikin. Bila ji bo me hemûyan bixêr be. Em ê bi ser kevin, bi vê bawer bin.”
ANF
WAN
şemî, 11 avrêlê 2015, 14:01
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga ji bo nasandina namzetên HDP'ê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ti bend nikare meşa jiyana nû ya gelê me bide rawestandin û got, “Em ê dest bidin hev û jiyan û siyaseteke nû ava bikin. Bila ji bo me hemûyan bixêr be. Em ê bi ser kevin, bi vê bawer bin.”
Namzetên HDP'ê yên Wanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Lezgîn Botan, Yurdusev Ozsokmenler, Adem Ozcaner, Tugba Hezer, Musa Îtah, Remzî Ozgokçe û Yelîz Yildirim li balafirgehê bi coş hatin pêşwazîkirin. 8 namzet piştre bi sedan wesayîtan ber bi qada mîtîngê ketin derxistin rê. Di konvoyê de dîmenên balkêş rû dan. Welatiyên li ser rêyan jî konvoy bi nîşaneyên serketinê û çepikan pêşwazî kirin.
Di mîtîngê de ligel 8 namzetên HDP'ê, hevserokên HDP'ê yên Wanê, hevserokên DBP'ê yên Wanê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê, parlamenterên HDP'ê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Kemal Aktaş û bi hezaran welatî amade bûn. Qada mîtîngê ligel hewaya sar ji aliyê hezaran kesan ve hate dagirtin. Li qadê dirûşma, "HDP" hat berzkirin. Fîgen Yuksekdag bi dirûşma, "Kurdistan bi we serbilind e" derket ser dikê û piştre namzetên din bi rêz derketin ser dikê û bi hev re girse silav kirin.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, diyar kir ku îro roja destpêka ji dîrokê re rûpelekî nû vekin. Namzetê HDP'ê yê Wanê Adem Ozcaner jî welatî silav kirin û wiha got: "Bila tifaqa di navbera Kurdan de her tim hebe. Em ê hewl bidin layiqî têkoşîna Kurdistanê bin. Çar parçeyên Kurdistanê heya niha zilm didît lê ji vê seatê şûn ve ti kes li hemberî me ranawestê. Azadiya Kobanê, Şengal û Rojava nêz e."
‘TEMSÎLKIRINA WE SERBILINDIYA HERÎ MEZIN E’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Wanê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina xwe de got ku temsîlkirina we serbilindiya herî mezin e û wiha berdewam kir: “Coşa vî gelî û doza vê gelî temsîlkirin, xizmeta serbilindiya herî mezin e.”
‘EM Ê SOZA ME DAYE ŞEHÎDAN Û SEROK OCALAN Jİ BÎR NEKIN’
Yuksekdag bilêv kir ku ew bi rehetî negihiştine van rojan û wiha got: “Îro li çar aliyê Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ji bo gelên me roj hil tê. Li Kobanê, Şengalê û Mexmûrê gel bi ser dikevin. Em li welatê xwe jiyaneke nû bi xwîna xwe ve mezin dikin. Em ê ti caran soza ku me daye şehîdên xwe û Serok Ocalan ji bîr nekin. Me heta niha soza xwe bi cih anî em ê ji îro şûn ve jî bi cih bînin. Em ê li Wanê jî soza xwe bi cih bînin.”
Yuksekdag destnîşan kir ku êdî Wan bi coşeke mezin bi ser bikeve û ev tişt anî ziman: “Gelê me, av ax gelek êrîş û pêkûtî dît. Wan birîndar bû. Me di erdhejê dê gelek canê xwe winda kir. Me di şerê qirêj de gelek canê xwe winda kir. Gelek êş li ser vê axê hatin jiyîn lê ti caran serê xwe netewand. Piştî namzetbûna me hate diyarkirin em mîtînga xwe ya yekemîn li Wanê pêk tînin. Bila ji bo gelên Tirkiyeyê pîroz be. Me meşa xwe ji Wanê da destpêkirin. Em ê serketina xwe mezin bikin û bimeşin.”
‘EM Ê BI SER KEVIN’
Yuksekdag diyar kir ku wê rûyê gelê Wanê bikene û wiha berdewam kir: “Wê rûyê hemû gelan bikene. Wê rûye kedkar, xizanan bikene. Soza me ev e ev soza me ya şerefê ye. Em wek gelên Mezopotamyayê ji bo jiyaneke nû, hevpar û demokratîk ava bikin derketin rê. Em ê ti astengiyan nas nekin û bendên wan jî nas nakin. Bila bên û bibînin. Kîjan bend dikare vê coşê rawestîne. Kîjan bend dikare kelepçe li vî herikînê bixe. Ti bend nikare meşa jiyana nû ya gelê me bide rawestandin. Em ê dest bidin hev û jiyan û siyaseteke nû ava bikin. Bila ji bo me hemûyan bixêr be. Em ê bi ser kevin, bi vê bawer bin.”
Piştî axaftinan namzetan silav dan gel û mîtîng bi dawî bû.