ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanên QSD’ê Dogan û Serdem hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Salih Ebdurehmen Berho û Mihemed Hemîd El Meilêş yên ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hatin veşartin. -
'Di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de Kurdistana azad heye'
Parêzerê bi navê Mustefa Şêx Mislim derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got “Dewleta Tirk dixwaze têkiliya di navbera gel û Rêbertiyê de qut bike.” -
Berfîn timî dixwest bibe gerîla
Rihan Xelef (Berfîn Botan) bi saya malbata xwe ya welatparêz di zarokatiyê de PKK nas kir û her tim dixwest bibe gerîla. Tevlî nava Şoreşa Rojava bû û piştî ku çete têk bir, gihîşt armanca xwe. Heta şehadeta xwe şer kir. -
Çeteyan rûspiyek revand
Çeteyên dewleta Tirk, li bajarokê Elî Baciliyê yê girêdayê Girê Spî rûspiyekê eşîra El Bû Esaf ê bi navê Hayil el Xelef el Hesen revand. -
Li Pragê Kurdek hat destgîrkirin
Orhan Ergîn bi hinceta ku sala 2014’an tev li çalakiyên protestokirina êrîşên bi ser Kobanê bûye û bi rayedarên Rojavayî ku bi vexwendina fermî hatine welêt re hevdîtin kiriye, li Pragê hat destgîrkirin. -
QSD’ê bersiva êrîşên dagirkeriyê da: 18 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên di navbera 4 û 8’ê Kanûnê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, herî kêm 18 çete hatine kuştin. -
Dagirker talankirina çavkanî û xwezaya Efrînê didomînin
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk talankirina çavkaniyên debar û xwezaya Efrînê didomîne. Li Şêrawa herî kêm 200 darên din ên zeytûnan hatin birîn. -
Di çalakiyên HRE'yê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li Marê, Ezaz û Babê li artêşa dewleta Tirk a dagirker xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 2 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 2 polîsên Tirk jî birîndar bûne. -
Şêniyên Kobanê: Li dijî tecrîdê em ê her li qadan bin
Şêniyên Kantona Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn anîn ziman û gotin, “Heta ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk neyê, em ê li qadan di nava çalakiyan de bin.” -
Operasyona YAT'ê ya li dijî DAÎŞ'ê: 3 DAÎŞ'î hatin girtin, yek jê serçete ye
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê yên amadekarî ji êrîşê re dikirin. Di encama operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku yek ji wan serçete ye. -
Gelên Minbicê: Em ê tevî QSD’ê şer bikin
Nûnerên gelên Minbicê diyar kirin ew dizanin dewleta Tirk çima êrîşan dike û gotin “Em ê tevî QSD’ê şer bikin û xwedî li axa xwe derkevin.” -
Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê kon vedan
Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir. -
'Em ê heta azadiya Rêbertî li ber xwe bidin'
Jinên Ciwan ên navçeya Şêranê diyar kirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe, ew ê her li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk cihên sivîlan bombebaran dike
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî sivîlan dewam dikin. Di êrîşan de sivîlekî din jiyana xwe ji dest da. -
Şervanên QSD'ê balafireke bêmirov a bombebarkirî xistin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistine xwarê. -
Xelkê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Şêniyên navçeya Şêran a Kobanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê her li qadan bin û li ber dagirkeriyê rabin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê extiyarek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Eyn Îsayê, kesekî bi emir ku li nava zeviyê xwe dixebitî, qetil kir. -
'Dewleta Tirk a wêranker dûrî misilmantiyê ye'
Rêveberê Hevgirtina El Elbeyt ya Kobanê Şêx Mihêdîn Elî diyar kir ku dewleta Tirk li ser navê misilmantiyê komkujiyê dike, lê ev ne misilmantî ye. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Kobanê û Til Temirê kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Kobanê û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombebaran kir. -
Di êrîşa dewleta Tirk de leşkerî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da
Dewleta Tirk a dagirker gundê Semoqa yê kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de leşkerî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, didomin. Bi balafirên bêmirov û biçek, top û çekên giran êrîş dikin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
YPGʹê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Li Tirbespiyê û Çilaxayê li dijî tecrîdê meş hate lidarxistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tirbespiyê û Çilaxayê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker meşiya û gerîla silav kir. -
Pêkhateyên Ereb bang li CPT’ê kirin
Pêkhateyên Ereb li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuniyek da û bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe û encamên hevdîtinên xwe eşkere bikin. -
Dewleta Tirk birca ragihandinê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker birca ragihandinê ya li gundê Salûkê bombebaran kir. Di encama êrîşê de xeta telefon û înternetê ya li herêmê qut bû.