Operasyona YAT'ê ya li dijî DAÎŞ'ê: 3 DAÎŞ'î hatin girtin, yek jê serçete ye

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê yên amadekarî ji êrîşê re dikirin. Di encama operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku yek ji wan serçete ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hucreyên DAÎŞ'ê jî ketine nava liv û tevgerê.

QSD'ê dîmenên operasyonê parve kir û diyar kir ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê operasyon hatiye kirin, ku amadekariya êrîşên terorê dikirin.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîne.

Hat eşkerekirin ku di van operasyonan de serçeteyekî DAÎŞ'ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya QSD'ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin;

"Kilaşnîkovek, debanceyek, bombeyek, dûrbînek, 4 rext, gelek cebilxane û madeyên teqemeniyê, hejmarek ji telefonên destan."