Gelên Minbicê: Em ê tevî QSD’ê şer bikin
Nûnerên gelên Minbicê diyar kirin ew dizanin dewleta Tirk çima êrîşan dike û gotin “Em ê tevî QSD’ê şer bikin û xwedî li axa xwe derkevin.”
Nûnerên gelên Minbicê diyar kirin ew dizanin dewleta Tirk çima êrîşan dike û gotin “Em ê tevî QSD’ê şer bikin û xwedî li axa xwe derkevin.”
Nûnerên gelên Minbicê derbarê êrîşên dawîn ên dewlea Tirk ji ANF’ê re axivîn.
Endamê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Adil Ebû Ferhat diyar kir ku dewleta Tirk bi destûra Rûsya û DYA’yê êrîş kiriye û di van êrîşan de nexweşxane, dibistan, embar û qadên jiyanê bûne hedef û got, “Dewleta Tirk li ser navê parastina sînorên xwe êrîşan dike. Dema ku ev der di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de bû, çima nedigot ez ê sînoran biparêzim? DAÎŞ perwerde dike û dişand van herêman. Dema plana wan têk çû, bi lîstikên qirêj êrîş dike. Teqîna li Taksîmê jî parçeyekî vê bû."
MINBÎC WÊ LI BER XWE BIDE
Adil Ebû Ferhat da zanîn ku dewleta Tirk bi têkbirina îstiqrar û yekîtiya gelan dixwaze Rêveberiya Xweser hilweşîne û got, “Ji ber ku tirseke mezin a Erdogan ji projeya neteweya demokratîk heye. Dizane heta ku projeya neteweya demokratîk hebe, desthilatdarî û dîktatoriya wî jî wê bikeve nava xeteriyeke mezin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ti awayî êrîşa Erdogan qebûl nakin. Em van êrîşên ku damarên jiyana me dike hedef şermezar dikin û bi ti awayî serî natewînin. Weke rêveberî, sazî û gelê Minbicê em li cem şervanên xwe ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." Bi yekitiya gelê xwe û şervanên me yên QSD'ê, em ê hemû êrîşên li ser xwe pûç bikin."
Endamê Komîteya Çerkez Semîh Hesen Hebaq jî diyar kir ku dewleta Tirk di nava gelek qeyranan de ketiye qada hilbijartinê û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo êrîşkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Tirkiye ji xwe re li hincetan digere. Samîh Hesen Hebaq bi bîr xist ku wan heta niha êrîşî tu welatekî nekirine û gef li welatan nexwarine û got “Berevajî vê, teror her tim ji aliyê dewleta Tirk ve tê. Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin. Gelo wê sînorên xwe bi armanckirina bîrên petrolê biparêze? Dewleta Tirk dixwaze aboriya gelê herêmê hilweşîne, nakokiyan derxîne û bi ser de bigire. Tê dîtin ku rewşa herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin çawa ye. Ji ber vê yekê herêma me tevî ambargo û dorpêçê jî di nava yekîtiyê de li ber xwe dide. Weke gelên herêmê em ê êrîşan pûç bikin û rêveberiya xwe xurt bikin.”
NIKARIN PERGALA ME YA DEMOKRATÎK XERA BIKIN
Endamê Komîteya Tirkmenan Salih Cuma Çagirga destnîşan kir ku ew êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li ser Bakur-Rojhilat, li her deverên Sûriyeyê qebûl nakin û got “Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan sal in bi hev re dijîn. Dewleta Tirk behsa sînorê 32 kîlometreyan dike. Ev ji bo dagirkirina herêmê ye. Em gelê Minbicê vê yekê qebûl nakin. Dewleta Tirk QSD’ê weke terorîst îlan dike. Dîrok dizane ku Osmaniyan 400 sal li van axan çi kirin û me ji bîr nekir. Dewleta Tirk her tim dijminê van axan bû. QSD ji bo tevahiya Sûriyeyê şer dike. Bi dehan caran hewl hat dayîn ku bi hikûmeta Şamê re diyalog bê kirin, li ser masê çareserî hat xwestin, lê her carê hat redkirin. Em li vê xakê dijîn. Pêdiviya me bi destwerdana dewleta Tirk û hêzeke din nîne. Minbic, Kobanê, Dêrik ferq nake. Em hemû yek in. Em rê nadin ti hêz yekîtî û sîstema me ya demokratîk xera bike.”
DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ HEMÛ GELAN DIKE
Ji eşîra Helîsatê Mistefa Îbrahîm Şihade bi bîr xist ku dewleta Tirk 7 sal in êrîş dike û destnîşan kir ku terora rastî ev e û got “Zarokên me nikarin biçin dibistanên xwe. Ji ber ku dewleta Tirk her tim êrîşî wan dike. Hedefa dewleta Tirk ne bi tenê girse û partiyek e. Dewleta Tirk hemû gelên herêmê dike hedef.” Îbrahîm Şihade got, “Dewleta Tirk sînorên xwe derbas kiriye, li herêmê çalakiyên terorê pêk tîne. Heta gorên me jî dike hedef. Em ê bi QSD’ê re bin. Armanca me yekane ew e ku em pergala xwe ya demokratîk zindî bihêlin û pêş bixin.”
Xelîl Îhsan Xelîl ê ji eşîra Ebû Şaban jî diyar kir ku Rûsya, dewletên Ereb, Amerîka û Koalîsyona Navdewletî rêzê li îradeya gelên Sûriyeyê nagirin û got “Em gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan careke din me yekîtiya xwe nîşan da. Em şer naxwazin, lê em ê heta dawiyê biparêzin."