Berfîn Sibata 1994'an li gundê Heznî yê Til Temirê ji dayik bû. Malbata wê cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt û piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, xwedî li şoreşê derket. Berfîn ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, hîn di zarokatiyê de PKK nas kir. Bi vî rengî bala xwe li ser jiyana çiyê û gerîla bû. Hîn di zarokatiyê de dixwest bibe gerîla.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Berfînı sala 2011'an tevlî nava refên şoreşê bû, kedeke mezin di ber şoreşê de da. Di navbera salên 2011-2016'an de beşdarî gelek pêngavan bû û şer kir. Ji ber serketinên xwe di demeke kurt de bû fermandar, tempoya xwe ya têkoşînê jî her roj bilindtir kir. Bi van hewldanan, nasnameya jinê ya azad di kesayetiya xwe de şênber kir.
BERÊ XWE DA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ
Di demekê de ku êrîşên çeteyan gelekî kêm bûn, di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Berfîn bi kedkarî, dilnizmî û hevrêtiya xwe, nasnameya jinê ya şoreşger di nava her şert û mercî de temsîl kir.
DERBÊN GIRAN LI DIJMIN XIST
Berfîn li qada Çiyareş li dijî êrîşên dewleta Tirk tevlî berxwedana mezin bû, derbên giran li dijmin xist û herî dawî dema ku dixwest çekê ji ser dijmin rake di 11'ê Hezîrana 2022'an de şehîd bû.
Xwişka wê Sîdar Xelef û xayika wê Emşa Hemîd qala jiyan û têkoşîna azadiyê ya Rihan Xelef (Berfîn Botan) kirin.
ZAROKEKE TÊGIHIŞTÎ BÛ
Emşa Hemîd anî ziman ku Berfîn zaroka wê ya duyemîn bû û li ser zarokatiya wê got, "Zarokeke gelekî karker bû, têgihiştî bû. Zaroka min Rihan di nava 8 zarokên min de ya ku herî zêde dilsoza min û pîrka xwe bû. Hîn 8 salî bû bi hevalan re tevdigeriya, wan çi kar dikir wê jî digot ew jî dixwaze bike. Heta pola 9'an xwend. Li gund, li dibistanê gelek hevalên wê hebûn. Mamosteyên wê digotin ku zarokeke gelekî jêhatî ye, lê belê nexwest perwerdeya xwe temam bike. Timî digot ku ew ê biçe çiyê. Hîn di zarokatiyê de ketibû bin bandora hevalan. Nedixwest ji wan qut bibe, heval bûbûn parçeyekî wê."
JI BO PARASTINA WELATÊ XWE
Şoreşa Rojava ji bo Berfîn firsendeke mezin bû. Hîn di zarokatiyê de xwîngerm bû. Bi destpêkirina şoreşê re sala 2011'an yekser tevlî bû, ji bo parastina welatê xwe rahişt çekê. Li Serêkaniyê, Kobanê, Şedadê û Til Hemîsê tevlî şer bû. Ji bo dîtina Berfîn sala 2013'an ez çûm Serêkaniyê. Heta derengiya şevê pê re mam. Got ku dixwaze biçe çiyê. Berê xwe dabû çiyê, jê re nebûm asteng. Dilê dayikê bû lê belê min jê re got eger dixwazî biçe bila rêya te vekirî be. Ez ji ber keça xwe serbilind im. Ez ti carî li pêşiya wê nebûm asteng, her tim min piştgirî da wê."
XWIŞK Û BIRAYÊN XWE MEZIN KIR
Sîdar Xelef jî wiha qala Berfîn kir: "Mîna dayika me bû. Me jî digot dayê. Em bi hev re diçûn dibistanê, wê radihişt çenteyên me. Ji xwişk û birayên xwe gelekî hez dikir. Ne tenê ez her wiha xwişk û birayên min ên din jî gelekî pê ve girêdayî ne. Ji ber ku Berfîn em mezin kir.
Heval sala 2011'an timî dihatin mala me. Temenê me biçûk bû, me baş fêhm nedikir rewş çi ye. Berfîn timî bi dilgermî heval pêşwazî dikir. Mîna ku bi salan e wan nas dike. Êvarê bi hevalan re diçû, heta derengiya şevê nedihat. Em bi saetan li bendê diman lê belê nedigot ku bi ku ve çûye.
FIRSENDA MIN NEBÛ KU JI BERFÎN RE BIBÊJIM
Herî dawî sala 2016'an me hev dît. Hevdîtinek ji bo xatirxwestinê bû. Got ku wê biçe çiyê û xatir xwest. Rihan biryara xwe dabû û malbat jî li pêşiya wê nebû asteng. Kincê wê yê gerîla hebû, dema çû ew kinc da min. Got, ez diçim hêvîdarim dema tu mezin bû tu yê jî li pey min bê. Ew kinc hîn ê bi min re ye. Berfîn çû, ez jî piştî wê tevlî nava YPJ'ê bûm. Mîna Berfîn bûm şoreşger. Berfîn got bide pey min û xwedî li hêviya Berfîn derketim lê min firsen nedît ku vê yekê ji Berfîn re bibêjim."