'Dewleta Tirk a wêranker dûrî misilmantiyê ye'
Rêveberê Hevgirtina El Elbeyt ya Kobanê Şêx Mihêdîn Elî diyar kir ku dewleta Tirk li ser navê misilmantiyê komkujiyê dike, lê ev ne misilmantî ye.
Rêveberê Hevgirtina El Elbeyt ya Kobanê Şêx Mihêdîn Elî diyar kir ku dewleta Tirk li ser navê misilmantiyê komkujiyê dike, lê ev ne misilmantî ye.
Artêşa Tirk a dagirker ji şeva 19'ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomîne. Di van êrîşên hovane de gelek zarok, jin û êxtiyar dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker.
Têkîldarî mijarê Rêveberê Hevgirtina El Elbeyt ya Kobanê Şêx Mihêdîn Elî axivî. Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser navê îslamê êrîşan dike û got: “Kesên misilman divê destê xwe ji xwîne dûr bixin. Divê moriyek di bin lingê îslamê de nemire. Lê dewleta Tirk li ser navê îslamê bi balafirên şer êrîşê dike, gel ji komkujiyê re derbas dike. Ne mimkine ku kesekî misilman van hovitiyan bike.”
Elî bi dewamî da zanîn ku zarok, extiyar û jin dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker li gel kiryarên xwe yên dizî, komkujî her wiha xwezayê jî talan dike. Ev ne misilmantî ye. Dewleta Tirk zalime, divê nebêje ez misilman im.”