Dewleta Tirk li Eyn Îsayê extiyarek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Eyn Îsayê, kesekî bi emir ku li nava zeviyê xwe dixebitî, qetil kir.

Artêşa Tirk a dagirker doh gundên Girê Spî û Eyn Îsa yên nêzî eniyên şer bi çekên sivik û giran dan ber topan.

Salih Elî Selame (61) ê ji eşîra Ebo Esaf ku di dema topbaranê de li nav erdê xwe bû, bi topeke dagirkeriya Tirk a ji baregeha li gundê Bîr Îsa avêtî, şehîd bû.

Salih Selame ji şêniyên gundê El Hiwêce ye, ku 7 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê El Hîşe (15 km li rojhilatê Eyn Îsa) ye û li goristana Bîr Seran hat veşartin.

Bi vê yekê re, ji dema dagirkirina kantona Girê Spî di 9'ê Cotmeha 2019`an de, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa de 28 welatî şehîd bûne, 77 jî birîndar bûne.