QSD’ê bersiva êrîşên dagirkeriyê da: 18 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên di navbera 4 û 8’ê Kanûnê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, herî kêm 18 çete hatine kuştin.
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên di navbera 4 û 8’ê Kanûnê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, herî kêm 18 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDʹê li ser çalakiyên şervanên QSDʹê yên bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
ʹʹArtêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember herêmên me êrîşên xwe bênavber didomînin. Êrîşên ku ji roja 19ʹê Mijdarê ve hîn berfirehtir bûn de bi piranî welatiyên sivîl û saziyên aborî û xizmetguzarî tên hedefkirin. Li kêleka topbaranên ku her roj li hember heremê tên lidarxistin, hewldanên çeteyên dagirker ên êrîşên bejahî jî çêdibin. Di rojên borî de gelek hewldanên çeteyên dagirker hatin têk birin.
Di roja 4ʹê Kanûnê de, li bajaroka Til Temirê, ji gundê Dibsa ya ku li rojavayê bajaroka Til Temirê ye çeteyên dagirker xwestin êrîşê herêmên me bikin. Di encama bersivdayînê hêzên me de 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, ev hewldanê êrîşê hat têk birin.
Di roja 5ʹê Kanûnê de, dîsa li bejahiya bajaroka Til Temirê, ji gundê Êrîşa çeteyên dagirker hewldanek din kirin ku bikevin herêmên me. Hêzên me bersiva vê êrîşê da û di navbera çeteyên dagirker û yekîneyek me de pêvçûn derket. Di encama vê pêvçûnê de 6 çete hatin kuştin. Her wiha 2 çekên AK-47, dûrbînek şevê û telefonek hatin desteserkirin.
Di roja 7ʹê Kanûnê de, komek çete yên ku li gundê Mişêrfa Ramo ya di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ye, bi cih bûbûn, hewl dan ku êrîşê herêmên me bikin. Ev hewldana çeteyan hat têkbirin û di encamê pêvçûnan de 4 çete hatin kuştin.
Di roja 8ʹê Kanûnê de, li bejahiya bajaroka Zirganê, ji baregeha çeteyên dagirker a li gundê Bab El Xêr hewldanek din ya êrîşê çêbû. Di encama bersivdayinê hêzên me de 4 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.
Di encam de bi giştî 18 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.ʹʹ