Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê kon vedan
Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir.
Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir.
Li Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya konvedanê hat destpêkirin. Çalakiya ku li Qada Şehîd Egîd bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatî destpêkirin, gelek saziyên civakî û endamên Rêveberiya Xweser piştgirî dan.
Di çalakiya konvedanê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir de, Rêveberiya Ciwanên Şoreşger ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî. Mihemed destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe li dijî tecrîdê, heta azadiya fîzîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê dê dewam bikin. Mihemed got, “Ew ê berxwedana me û têkoşîna me berdewam bikin. Wek ciwanên pêşeng çi ji destê me bê em ê bikin.”
Endamê Desteya Meclîsa Rêveber Ehmed Xoce jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî û nasnamebûna gelê Kurd têkoşînek bê hempa daye meşandin û wiha got, “Fikir û felsefeyek danî holê. Li ser bingeha vê felsefeyê, îro bi milyonan Kurdistanî li her aliyê cîhanê têdikoşe. Em ê di encama têkoşîn û berxwedana xwe de azad bibin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin.”
Çalakiya konvedanê du roj wê bi beşdariya şêniyên tevahiya navçeyên kantonê berdewam bike.