Dewleta Tirk cihên sivîlan bombebaran dike

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî sivîlan dewam dikin. Di êrîşan de sivîlekî din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî saeta herêmî saet 15.35’an gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bû hedefa bomberdûmanê.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 14.30’an de gundê Gozeliyê yê Til Temirê bi hewan û obusan bombe kir.

Saet derdora 13.00’an gundên Zormixar, Çariqlî û Ziyaret ên Kobanê hatin bombekirin. Bi şev jî gundên rojavayê Kobanê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin bombekirin.

Li gorî saeta herêmê saet di 11.50’an de gundê Til El Leben ê Til Temirê bi obusan hate bombekirin.

Welatiyê bi navê Salih El Selame (61) di bomberdûmana dewleta Tirk a li ser Eyn Îsa de şehîd bû.