Şêniyên Kobanê: Li dijî tecrîdê em ê her li qadan bin

Şêniyên Kantona Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn anîn ziman û gotin, “Heta ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk neyê, em ê li qadan di nava çalakiyan de bin.”

Tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Herî dawî Komîteya Pêşgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ragihandibû ku di 20-29'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê kiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 29'ê Mijdarê de ragihandibû ku wan bihîstine ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye. Li dijî tecrîda girankirî şêniyên Kantona Kobanê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku dê têkoşîna wan heta dawî berdewam bike.

'EM BI YEK DENGÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ HELWESTA XWE DIYAR BIKIN'

Emîra Qeto, destnîşan kir ku ew encax bi berxwedanek xûrt dikarin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û wiha got, “Weke gelê Kurd û mirovên azadîxwaz, heta dawiyê em ê li qadan bin. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê tevahî gelên bindest e. Divê di vê pêvajoya hesas de tevahî gelên bindest li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Bi yek dengî divê em li dijî tecrîdê, helwesta xwe diyar bikin. Heta ku azadiya Rêber Apo yê fîzîkî pêk tê, em ê di nava çalakiyan de bin.” 

'ARMANC TÊKILIYA DI NAVBERA GEL Û RÊBERTÎ DE QUTKIRINE'

Hesen Mamo, diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîdkirinê re hewl dide têkiliyê di navbera gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qut bike û wiha axivî, “24 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Desthilatdarî ji felsefe û ramanên Rêbertî ditirse û ji bo têkilî di navbera Rêber Apo û gelên azadîxwaz de bibire tecrîda girankirî pêk tîne. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em dibêjin ku heta ev tecrîd radibe, em ê li qadan bin.”   Memo destnîşan kir ku dewleta Tirk di aliyê siyasî, aborî û civakî de xitimiye û got, “Li aliyek tecrîda li ser Rêber Apo giran dike, li aliyê din êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dike. Armanca êrîşan, destkeftiyên gelên Kurd yên di encama têkoşîna bi salan hatiye qezenckirine. Em ê destûr nedin vê yekê, ji bo wê, çi ji destê me bê ji bo parastinê em ê bikin.”