Li Pragê Kurdek hat destgîrkirin
Orhan Ergîn bi hinceta ku sala 2014’an tev li çalakiyên protestokirina êrîşên bi ser Kobanê bûye û bi rayedarên Rojavayî ku bi vexwendina fermî hatine welêt re hevdîtin kiriye, li Pragê hat destgîrkirin.
Orhan Ergîn bi hinceta ku sala 2014’an tev li çalakiyên protestokirina êrîşên bi ser Kobanê bûye û bi rayedarên Rojavayî ku bi vexwendina fermî hatine welêt re hevdîtin kiriye, li Pragê hat destgîrkirin.
Kurdistaniyê bi navê Orhan Ergîn ê ku bi zarokên xwe re serlêdana penaberiyê li Çekyayê kir û li wir dest bi birêvebirina restorantekê kir, 8’ê Kanûnê li Pragê hat girtin.
Ergîn ku bi biryara “terka welat bike“ ya dadgeheke xwecihî nekir, ev demek bû ku destgîrkirî bû, piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryar xera kir, roja 8’ê Kanûnê hat berdan, lê ji sala 2014’an ta bi niha bi hinceta ku lêpirsîn li ser heye gava ji dadgehê derket hat destgîrkirin.
Di daxuyaniya li ser destgîrkirina Orhan Ergîn, li ofîsa parêzerê wî Tomáš Sokol ê Wezîrê Karê Hundirîn ê berê hat kirin; hat bibîrxistin ku hin nûçeyên berê li ser medyaya dîjîtal par kirine hîncet hatine nîşandan û li Tirkiyeyê biryara girtina wî hatiye dayîn, lewma polîsên Çekyayê zexta “Terka welat bike“ li Orhan Ergîn kiriye, lê dadgehê nehiştiye zext lê bê kirin. Îcar hat diyarkirin ku bi tevlêbûna çalakiyên protestokirina êrîşên bi ser Kobanê yên sala 2014’an û hevdîtina bi rêvebirên Rojava re û endamtiya PKK’ê û YPG’ê tê sûcdarkirin.
Parêzerên bertek nîşanî girtina Ergîn dan û diyar kirin ku îdianameya ku ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin tu bingehê hiqûqî nîne; îdianame tenê li ser îfadeyên şahidên veşartî û tijî spekulasyon e; li bendê ne ku dadgeh îdianameyê qebûl neke.