Şervanên QSD'ê balafireke bêmirov a bombebarkirî xistin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistine xwarê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistine xwarê.
Di daxuyaniya QSD'ê de hate gotin, "Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker dema ku amadekarî dikir ku êrîşî navçeya Zirganê bike, doh êvarê saet di 17:00 de ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin û hate bêbandorkirin."