Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê li gelek herêman çalakiyên bersivdanê lidar xistine.
Li gorî daxuyaniyê, 4'ê Kanûnê li herêma Ezazê li dijî baregeha 'Polîsên Taybet' ên dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di encama vê çalakiyê de wesayiteke dagirkeran hatiye îmhakirin û 2 polîs jî birîndar bûne.
HRE'yê diyar kir ku 6'ê Kanûnê jî li herêma Babê bi rêbaza sekvaniyê çalakiyek hatiye lidarxfistin û di encamê de çeteyekî dewleta Tirk hatiye kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, 7'ê Kanûnê li herêma Marê di çalakiya sekvaniyê de çeteyekî dagirker hatiye kuştin.
HRE'yê destnîşan kir ku çalakiyên wan ên bersivdana li êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê dewam bikin.