YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

YPGʹê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Dilxwaz Agir û Hisên Mamed 3ʹê Kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Amûdê de şehîd bûne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di 3’yê Kanûnê de li ser rêya Amûdê nêzî gundê Raya balafira keşfê a dewleta Tirk a dagirker li seyareyeke ku 2 hevrêyên me tê de bûn, dabû. Di encama êrişê de hevrêyên me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed şehîd ketin.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta ku serî de qirkirina gelê Kurd û gelên azadîxwaz a herêmê kiriye hedef bi salan e êrişên cihê li ser axa me pêk tîne. Ji sala 2021’an ve êrişên xwe bi zêdetir bi balafirên keşfê hem şervan û hem jî gelê me yê sivîl dike hedef. Ji 19’ê şeva Mijdarê ve jî bi seranserî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer û keşfê bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, van êrîşan dike. Êrişa dawî a li ser seyareya hêza me jî di vê çarçoveyê de ye.

Hevrêyê me Dilxwaz Agir û Hisên Mamed ji deverên cuda ên xaka Kurdistanê bûn, li ser armanca azadıya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gel hev û bûn têkoşerê gelê xwe. Li hember gel û dîrokê xwe berpirsyar dîtin û ji bo azadîyê barê giran ê şoreşê girtin li ser milên xwe. Her du hevrêyên me yên hêja ku mêrxasên gelên me ne, di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de di her şert û mercê de ji her karê re amade bûn. Erk û berpirsyartiyên xwe li hember gel û dîrokê bi cîh anîn. Şehadeta her du hevrêyên me wê di têkoşîna me ya azadiyê de hêz bide me û armancên wan hevalan da ku pêk bînin em ê bi têkoşînekê hîn baştir û xurttir bidin meşandin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wisa ye

 Nasnav: Dilxwaz Agir

Nav û Paşnav: Osman Mûtlû

Navê Dayikê: Salîha

Navê Bav: Sekvan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3’ê Kanûna 2022’an

 

Nav û Paşnav: Hisên Mamed

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê, 3’ê Kanûna 2022’an

Em di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên xwe re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”