Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Şêran a Kobanê bi sedan kes li hev civiyan.
Çalakî bi dirûşma "Bi ruhê gel ê şoreşgerî em ê şoreşa xwe bi ser bixînin û Rêber Apo azad bikin" bi pêşengiya Kongreya Star û Jin ên Ciwan hate lidarxistin.
Piştî meşa li navçeyê, mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Jin ên Ciwan Fatmê Osman daxuyaniyek da.
Fatmê Osman destpêkê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya Neteweya Demokratîk ji holê rake, lê belê nikare bike.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li qadên gerîla hatin bibîrxistin û hate ragihandin, ku raya giştî ya cîhanê li hemberî êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên bi çekên kîmyewî xwe kor, kerr û lal kiriye.
Fatmê Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîda li Îmraliyê her giran dike û destnîşan kir ku hem li dijî vê êrîşkariyê hem jî li hemberî bêdengiya raya giştî, ew ê têkoşîna xwe xurti bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin.