Pêkhateyên Ereb bang li CPT’ê kirin
Pêkhateyên Ereb li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuniyek da û bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe û encamên hevdîtinên xwe eşkere bikin.
Pêkhateyên Ereb li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuniyek da û bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe û encamên hevdîtinên xwe eşkere bikin.
Nûnerên pêkhateyên Ereb ên ji şêx û rûspiyên Ereban, xebatkarên tenduristî, hêzên leşkerî, parêzer û endamên ciwanan, li Reqayê bi daxuyaniyekê bal kişandin ser asta tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Reqa û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xalid Hesen ve hate dayîn.
‘BI KOMPLOYÊ XWESTIN VÎNA GELAN BIŞKÎNIN’
Hesen diyar kir ku zêdetirî 20 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê ya navneteweyî û bêbext hate girtin û radestî Tirkiye hate kirin û got: “Hêzên di komployê de cih girtin ji ber raman û felsefeya Rêber Apo ji bo wan metirsî bû û li pêşiya berjewendiyên wan ên siyasî û aborî yên li herêmê bû, komplo pêk anîn. Bi vê komployê xwestin vîna gelên azadîxwaz û aştîxwaz bişkînin.”
‘RÊBER APO JI BO GELAN TÊDIKOŞE’
Parêzer Hesen destnîşan kir ku bi girtina Ocalan re helwestên gelan ên ji bo xwedîderketina wî zêdetir bûn û çalakî xurtir hatin kirin. Hesen got: “Rêber Apo ji bo hemû gelan têdikoşe. Ji bo gelên Rojhilata Navîn li ber xwe dide.”
‘BERSIVA AGIRBESTAN TIM BÛYE ÊRÎŞ Û KOMKUJÎ’
Hesen bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek carî agirbestên yekalî ragihand lê dewletê bi êrîş û komkujiyan bersiva agirbestê daye û wiha domand: “Dewleta Tirk ne tenê komkujiyê li ser gelê Kurd li ser gelê Ermen dike. Dewleta Tirk komkujiyê li ser hemû gelên herêmê dike.”
Parêzerê Ocalan Xalid Hesen got ku Ocalan ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin di nava tecrîdeke giran de ye, tecrîd pîlaneke wisa ye ku Tirkiye derbas dike, destên pişt li vê hene.
‘CPT BI ERKA XWE RABE; ENCAMÊN HEVDÎTINAN EŞKERE BIKE’
Hesen qala hevdîtin û helwesta CPT’ê jî kir û wiha domand: CPT bi erka xwe ranabe û rola xwe bi cih nayne. CPT bi vê yekê dibe hevkarê dewleta Tirk. Em bang li CPT dikin encamên hevdîtinên xwe eşkere bikin. Saziyên qiqûqa naveneteweyî bi erkê xwe rabin, mudaxele bikin. Rê bê dayîn parêzer biçin hevdîtinê bikin. Çareserî Rêber Apo ye. Rêber Apo dikare çareseriya pirsgirêkan peyda bike.”
ÇALAKÎ
Piştî daxuyaniyê pilansaziya çalakiyan hate ragihandin. Wê di 12,14 û 16’ê Kanûnê de li Minbic, Reqa û Tebqayê çalakiyên kon bên lidarxistin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire dewleta Tirk a dagirker’ dawî bû.