ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin: Zarok jî birîndar bûn
Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Rojava de li sivîlan dide. Di êrîşan de zarok jî birîndar bûn. -
Ciwanên Ereb: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin
Rêxistinên ciwanan ên Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê mil bi milê tevî hêzên leşkerî yên QSD’ê li qadan şer bikin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hemles hate veşartin
Şervanê QSD’ê Kesar Casim El Hemles ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. -
QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşê eşkere kir
QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Li Dêrikê li dijî tecrîda Îmraliyê meşek hate lidarxistin
Li Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê meşek hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsa û Girê Spî dide
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li herêmên Eyn Îsa û Girê Spî dide. -
Hesen: Ev gel wê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, têkoşîna xwe bidomîne
Hevserokê Komîteya Xebatên Qada Civakî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Cîhat Hesen diyar kir ku ev tişta ku diqewime, ne li dijî hêzêkî ye û got: “Ev şer li dijî hebûna gelê Kurd e. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye.” -
Kesiryan: Em dev ji axa xwe bernadin
Serokê Meclîsa Ermeniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yervend Kesiryan jî got, “Em ê axa xwe neterikînin. Em ê nehêlin dagirker werin. Çi mezin çi biçûk be jî em ê çekan rakin û şer bikin." -
‘Dewleta Tirk, ne bi tenê herêmê lê dixwaze Sûriyeyê gişî bixe destên xwe’
Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku divê cîhan bertekên xwe nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide û got: “Dewleta Tirk, ne bi tenê herêmê lê dixwaze Sûriyeyê bixe destên xwe." -
QSD: Dewleta Tirk di 24 saetan de 70 gund û bajarok bombe kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 70 gund û bajarok bombe kiriye. -
Êrîşên kîmyewî û Rojava di rojeva Parlamenta Swîsreyê de ye
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û berxwedana li Îranê 3 pêşnûme pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê hatin kirin. -
Li Minbicê wesayîta bombebarkirî teqiya
Li başûrê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Her wiha êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava berdewam in. -
Şehîdên Komkujiya Teqil Beqil hatin bibîranîn
11 kesên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Teqil Beqil a li Koçerat de şehîd bibûn, li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
Xelkê herêma Feratê cenazeyên 3 şehîdan veşartin
Bi sedan kesên li herêma Feratê cenazeyên şehîd Mihemed Misto, Zêdo Esed û Xalid Xelîl ku duh li navçeya Sirînê ya Kobanê dema rabûna bi erka xwe ya leşkerî şehîd bûn, veşartin. -
Dewleta Tirk mizgeftek bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Tirwaziyê yê rojhilatê Eyn Îsa bombe kir. -
Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Qamişloyê meşek hate lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. -
Êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde bûn
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê zêde bûn. Dewleta Tirk êrîş bir ser depoyên li navçeyê. -
QSD: Di êrîşan de şervanekî me şehîd bû, yek jî birîndar bû
QSD’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 30’ê Mijdarê diyar kir ku gelek gund û bajarok hatine topbarankirin û hêzên wan bersiva êrîşan daye. QSD’ê da zanîn ku di êrîşan de şervanekî wan şehîd bûye û şervanek jî birîndar bûye. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi droneyeke kamîkaze êrîş li ser gundekî Kobanê hate kirin. Di êrîşê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn. -
'Gel hemû HPC ye'
Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) diyar kirin, ku ji bo parastina xwe û vegera li Efrînê wê berxwedaneke efsanewî nîşan bidin û destnîşan kirin ku wê teqez bibin mertalên zindî. -
Li Tebqayê baranên bi hêz: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber baranên bi hêz, banê xaniyekê hilweşiya û zarokekî jiyana xwe ji dest da. -
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser: Dibe ku DAÎŞ li Qamişloyê êrîşekê bike
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin êrîşî Navenda Edaletê ya li Qamişloyê bikin. -
QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dagirkeriyê eşkere kir
QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. -
Rêveberiya Xweser li parlementoya Elmanyayê serdanên dîplomatîk dike
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li Meclîsa Federal a Elmanyayê bi koma Partiya Çepgir (Dîe Lînke) re li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk danûstendin kir. -
Kongra Star name ji CPT re şand: Divê tecrîd bi dawî bibe!
Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kongra Star ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re nameyek şand.