Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Kobanê û Til Temirê kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Kobanê û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Kobanê û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ANHA’yê, dewleta Tirk a dagirker gundên Carxilî, Zormixar û Şiyûx ên rojavayê Kobanê bombebaran kir.
Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker, êrîşê gundê Tawil ê navçeya Til Temirê jî kir.
Têkildarî encamên êrîşan, agahî nehatin bidestxistin.