Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih Ebdurehmen Berho (Dogan) û Mihemed Hemîd El Meilêş (Serdem) yên ku 12'ê Kanûnê li gundê Terwaziyê yê Girê Spî şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên her du şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di merasîmê de ewilî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cewad axivî û bal kişand bi ser fedakariyên şehîdan ên di oxira parastina gelê xwe, azadî û rûmetê de.
Ji Fermandarên QSD'ê jî Cesûr Amûdê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku QSD ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê her dem amade ye.
Apê şehîd Dogan, Ehmed Berho jî axivî û got ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e. Ehmed Berho bang li tevahî gelan kir ku berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê bilind bikin.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hêvîn Sîno wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.