ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin.

Li gel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk jî Rêber Apo li ser hev gavên yekalî avêtiye û xwestiye çareseriya pirsgirêka Kurd ji zemînê şer û şîdetê bikişîne ser zemînê hiqûq û siyaseta demokratîk.

Nivîskarê pirtûka ‘Ronesansa Rojhilata Navîn’ Mehmet Alî Çelebî li ser şerê Îran-Îsraîlê axivî û got, rejîma Îranê di nava van şert û mercan de li ser piyan bimîne jî heta ku neguhere wê temenê xwe dirêej nebe.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê gihîşt wan delîlan ku nîşan dide, di dema komkujiya li hemberî Elewiyan de berdevkê Wezareta Parastinê Hasan Abdul Ghani li ser Telegramê komkujî koordîne kiriye.

Hejmara meha Tîrmehê ya kovara Newaya Jin bi manşeta ‘Diyarkirina rêya aştiyê’ hate weşandin.

Hevseroka GOÇ-DER’ê Medya Alkan anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li koça ji Kurdistanê divê vegera li gundê hatiye valakirin pêk were.