ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Pêkhateyên herêmê biryar li ser parastina rewa dane'
Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mûstafa Êto diyar kir ku Kurd, Ereb, Çerkez, hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker biryara parastina rewa dane û wê heta dawiyê li ser xaka xwe, xwedî li warê xwe derkevin. -
Qanûna Malbatê gaveke gelekî girîng bû
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim anî ziman ku li gel gelek karên di sala 2022'an de hatin kirin, Saziya Malbatê yek ji karên herî girîng bû. -
Li dijî gundên Kobanê û Til Temîrê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Kobanê û Til Temirê bombe kirin. -
Serokê YNK’ê Talebanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ku çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û rayedarên Rêveberiya Xweser re kir. -
Nesre Derwêş: Li dijî tecrîdê em ê her li qadan bin
Hevseroka PYD’ê ya Herêma Firatê Nesre Derwêş têkildarî tecrîda Ii ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Heta em agahiyek zelal negirin û azadiya Rêbertî ya fîzîkî misoger nekin, wek jin em ê pêşengiya çalakiya bikin û her li qadan bin.” -
Operasyona QSD’ê: Serçeteyek hat girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyona li Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li dar xistin de, serçeteyek hat girtin. -
Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdeke giran de ye, li Dêrikê bi hezaran kes daketin kolanan. -
Ji bav heta bi kur: Mîrateya PKK'ê
Abdûrrehman Temê û Kamile Temê ku sala 1982'an Tevgera Azadiyê nas kirin, xwedî li emanetên Ocalan derketin. Kurê wan Dilbirîn jî xwedî li emanetên dayik û bavê xwe derdikeve. -
Li Heleb û Şehbayê li dijî ambargoyê meş hat lidarxistin
Xelkên Heleb û Şehbayê li dijî ambargoya hikûmeta Şamê meşiyan û gotin: “Ambargo çi qas jî giran be, berxwedan û têkoşîna me pê naşike.“ -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye eşkere kir, ku ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ye. -
Berxwedana Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li dijî ambargoyê hate silavkirin
Kombenda Efrîn a Civakî berxwedana şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî ambargoyê silav kir. -
Li dijî tecrîdê bi hezaran daketin qadan
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan. -
'Gerîla çirûska demokrasî û azadiyê ye'
Malbatên Şehîdan diyar kirin, ku dewleta Tirk dixwaze gerîla û gel qir bike lê ew ê timî li ber xwe bidin û gotin: “Em ê heta dawiyê têbikoşin, li ber xwe bidin û bibin xelek li dora gerîla. Gerîla çirûska demokrasî û azadiyê ye." -
Şamî: Kampa Holê bûye mîna kampeke leşkerî
Ferhad Şamî anî ziman ku Kampa Holê ji kampeke koçberan bêhtir bûye mîna kampeke leşkerî got, "Paşeroja zindanan û Kampa Holê nediyar e. Metirsîdar e." -
Dewleta Tirk li Girê Spî, yek jê zarok sê kes qetil kir
Dewleta Tirk gundê Reqas ê navçeya Çelebî ya Kobanê bombebaran kir û yek jê zarok sê kes qetil kir, kesek jî birîndar bû. QSD’ê ragihand ku hejmara kesên di meha Kanûnê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, bû 16. -
Li Eyn Îsa gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Li Eyn Îsa gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
Li Şehbayê gef li jiyanê tê xwarin
Li Herêma Şehbayê ku di bin ambargo û êrîşan de ye, ji ber ku sotemenî nagihêjê, xizmet û perwerde sekinî ye. Karê tenduristiyê jî li ber rawestandinê ye. Bi taybetî gef li ser jiyana zarok, extiyar û nexweşan heye. -
Tecrîd li herêma Cizîrê hat protestokirin
Bi çalakiyên li gelek bajarên herêma Cizîrê hatin lidarxistin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin; ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga geşkirina berxwedanê hat kirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdurehman Xidir hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdurehman Xidir ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat veşartin. -
Jinên Minbicî tecrîd û CPT şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a ku bêdeng e, şermezar kir. -
Êrîşên dewleta Tirk dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê sivîlek birîndar kir, li Til Temirê jî bi obusan êrîş kir. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dorpêçiyê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Til Rifatê li dijî dorpêça li ser Şehbayê meşek lidar xistin. -
'Heta em agahî ji Rêberê xwe negirin wê çalakiyên me dewam bikin'
Li Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
Li Helebê tecrîd hat protestokirin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Li Reqayê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Bi sedan Kurdên li Reqayên hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin: “Em azadiya Rêber Apo dixwazin.”