Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, didomin. Bi balafirên bêmirov û biçek, top û çekên giran êrîş dikin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, didomin. Bi balafirên bêmirov û biçek, top û çekên giran êrîş dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeyên wê, gundê Seyda yê bakurê Minbicê bombebaran dikin. Herî kêm 7 guleyên topan li gund ketin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi obusan gundê Til El Leben ê Til Temirê jî bombebaran kir.
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê jî bombebaran kir.
Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, êrîşê gundê Aqibê yê Şêrawa kir. Hat zanîn ku zirarên madî di êrîşê de çêbûne.
Balafirek keşfê ya dewleta Tirk, li ser Şehba û navçeyên Efrînê geriyan.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi çekên giran êrîşê gundên Cişan, Koran û Merc Îsmaîl ê Kobanê kir.
Gundê Gozelî yê Til Temirê û Eyn Îsa jî rastî êrîşa dagirkeran hat.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewanan Kampa Eyn Îsa ya rojavayê navçeya Eyn Îsayê û Rêya Bejahî ya M4 bombebaran kir.