ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -HATE NÛKIRIN
Çeteyên DAÎŞ'ê li taxa Diriya ya Reqayê êrîş birin ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li qadê girtin û dest bi operasyonê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dijî Qetlîama Parîsê hatin lidarxistin
Qetlîama Parîsê, li gelek navendên girêdayê kantona Qamişloyê û Helebê hat protestokirin, bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku her du qetlîaman jî eşkere bike. Li çar bajaran konên sersaxiyê hatin danîn. -
Ciwanên herêma Firatê: Me soza tolhildanê daye
Ji bo bibîranîna 6 şehîdên Ciwan; Nûjiyan, Viyan, Mirhef, Mesûd, Rojîn û Welîd ku di encama êrîşa bi balafireke bê mirov de li Kobanê şehîd bûn, meş hat lidarxistin. -
Bi dehan partî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li Fransayê kirin
32 rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî komkujiya 23’ê Kanûnê ya li Parîsê qewimî, daxuyaniyek hevpar dan û bang li hikûmeta Fransayê kirin. -
Komkujiya Parîsê bi meşekî hate şermezarkirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku dijmin bi komkujiyan nikare vîna gelê Kurd bişkîne. -
Dewleta Tirk roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê: Zarokek şehîd bû-HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê. Di encamê de zarokek şehîd bû û du kesên din birîndar bûn. -
Li Qamişloyê qetlîama li Parîsê hate protestokirin
Li Kantona Qamişloyê bi sedan kesan qetlîama li Parîsê protesto kirin. -
Şêniyên Kobanê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê daketin qadan
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo protestokirina êrîşa li Parîsê meşiyan. -
Di êrîşa balefira biçek a bêmirov a dewleta Tirk de 4 kes birîndar bûn
Balefireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Mizgefê yê rojhilatê Tirbespiyê da. Di êrîşê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Komkujiya Parîsê protesto kirin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û bang li her kesê kirin ku xwedî li vê dozê derkevin. -
QSD’ê li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girt
QSD’ê diyar kir li bajaroka Deşîşe ya Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, nameyek ji îmzeya bi sedan kesayet û rêxistinan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebkûyî Antonio Guterres re şand. -
Di êrîşên dewleta Tirk de sala 2022'an 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî, 17 jin û 21 zarok hatin qetilkirin. -
HAT’ê 7 çeteyên DAÎŞ’ê girt
Hêzên Antî-Terorê, bi operasyoneke taybet 7 çeteyên DAÎŞ’î li Tebqayê girtin. -
Dewleta Tirk parêzer Luqman Henan qetil kir
Dewleta Tirk parêzerê Kurd Luqman Henan ê ku li Efrînê revandibû, di girtîgehê de bi êşkenceyê qetil kir. -
‘Bi yekîtiya Kurdistanî wê peymanên qirkirinê ji holê rabibin‘
Endama Komîteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsiv, di mijara bipêşvebirina têkiliyên stratejîk di navbeyna Kurdan de îşaret bi giringiya xebata hevpar a PYD’ê û YNK’ê kir. Foza got ku wê bi yekîtiya Kurdistanê wê peyamên qirkirinê ji holê rabibin. -
Midûriyeta Avê ya Kobanê topbarana dewleta Tirk şermezar kir
Midûriyeta Avê ya Kobanê, bi armanca şermezarkirina topbarana dewleta Tirk ku 3 sê endamên midûriyetê ji ber birîndar bûn, daxuyanî da. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser stasyoneke avê ya li Kobanê: 3 karker birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrîşê stasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn. -
‘Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune
Rêveberiya Saziya Ol û Bawerî ya Kobanê Ebdirehman Şewket têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî mizgeft û cihên baweriyê got, “Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune ye.” -
Bijîşkên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe re ne
Bijîşkên Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û destnîşan kirin ku ew bi her awayî amade ne alîkariyê bi gelê xwe re bikin. -
Cenazeyên şehîd Canfeda û Zînal, li Ehrezê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên HRE’yê Canfeda Efrîn û Zînal Raco li navçeya Ehrez a Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatin veşartin. -
Li Qamişlo û Kobanê li dijî tecrîdê meş
Ciwan û gelê Qamişlo û Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meş li dar xistin. -
300 rêxistinan li dijî dagirkeriyê bang kirin
Zêdeyî 300 rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên ji 29 welatan, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker mohra xwe danîn binê metnekê ku wê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bê şandin. -
HRE: 2 hevrêyên me şehîd bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku 2 şervanên wan dema bi erka xwe radibûn, şehîd ketin. -
Ciwanên malbatên şehîdan li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên ji malbatên şehîdan ên Kobanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku heta agahiyê ji rewşa Rêberê xwe werbigirin wê li qadan bin.