'Di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de Kurdistana azad heye'
Parêzerê bi navê Mustefa Şêx Mislim derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got “Dewleta Tirk dixwaze têkiliya di navbera gel û Rêbertiyê de qut bike.”
Parêzerê bi navê Mustefa Şêx Mislim derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got “Dewleta Tirk dixwaze têkiliya di navbera gel û Rêbertiyê de qut bike.”
Tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome. Ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin jî gel li qadan e. Herî dawîn Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê diyar kiribû ku di 20-29’ê Îlonê de çûne serdana Girtîgeha Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî, di 29'ê Mijdarê de ragihandibû ku wan bihîstine ku Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye.
Parêzerê bi navê Mustefa Şêx Mislim derbarê tecrîdê ji ANF’ê re axivî.
CPT ERKA XWE PÊK NAYNE
Parêzerê bi navê Mustefa Şêx Mislim diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnertiya bi milyonan mirovên bindest dike û ji ber vê divê tecrîda giran li ser wî neyê kirin. Parêzer Mustafa Şêx Mislim got “Divê hêzên navneteweyî li dijî vê tecrîdê bin. Gel bi meş û çalakiyan xwest CPT biçe serdana Rêber Ocalan lê CPT’ê vê erka xwe bi cih naynî. Ji ber vê jî gel daket qadan û ev rewş protesto kir.”
DEWLETA TIRK DIXWAZE TÊKILIYA DI NAVBERA RÊBER APO Û GEL DE QUT BIKE
Mislim da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze têkiliya di navbera Rêber Abdulah Ocalan û gel de qut bike û got “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, di serî de jî dewleta Tirk ji têkiliya navbera gelê Kurd û Rêbertî de ditirsin. Dixwazin têkiliya di navbera gel û Rêbertî de qut bikin.
KILÎTÊN ÇARESERIYÊ DI DESTÊ RÊBERTÎ DE NE
Parêzer Mustefa Şêx Mislim diyar kir ku dewleta Tirk di krîzeke mezin a aborî û siyasî de ye û çareserkirina van van pirsgirêkan wê bi çareserkirina doza Kurdan pêk were. Mustafa Şêx Mislim got “Çareserkirina pirsgirêka aloziyê li Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd e. Ew nûnerê gelê Kurd e û kilîtên çareseriyê di destê wî de ye. Dewleta dagirker ji bo wê tecrîdê girantir bike, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û her cure çekên qedexekirî bi kar tîne.”
Parêzer Mustefa Şêx Mislim diyar kir dewleta Tirk çareseriyê naxwaze heke dixwaze divê bibîne ku çareseriya mezin li Îmraliyê ye û got “Di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de ji dêvila Kurdistaneke dagirbûyî, Kurdistaneke azad heye.”