Dagirker talankirina çavkanî û xwezaya Efrînê didomînin
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk talankirina çavkaniyên debar û xwezaya Efrînê didomîne. Li Şêrawa herî kêm 200 darên din ên zeytûnan hatin birîn.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk talankirina çavkaniyên debar û xwezaya Efrînê didomîne. Li Şêrawa herî kêm 200 darên din ên zeytûnan hatin birîn.
Li Efrîna ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriyê de ye, her roj sûcên şer tên kirin.
Ji bilî revandin, êşkence, girtinên kêfî, ferzkirina fîdye û gefan, debara bingehîn û dewlemendiya xwezayî ya gel bi rengekî sîstematîk tên talankirin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk 200 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemo Omer ê ji navçeya Şêrawa birîn.
Li navçeya Şiyê jî hate zanîn ku çeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe û birayê wî Elemdar 800 dolar bac li şêniyên kurd birîne ku li navçeyê mane û jê derneketine.