'Em ê heta azadiya Rêbertî li ber xwe bidin'

Jinên Ciwan ên navçeya Şêranê diyar kirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe, ew ê her li ber xwe bidin.

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Herî dawî Komîteya Pêşgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ragihandibû ku di 20-29'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê kiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di 29'ê Mijdarê de ragihandibû ku wan bihîstine ku Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye.

Jinên Ciwan ê navçeya Şêranê ya Kobanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji ANF’ê re axivîn. 

Şêrîn Etî diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe ew ê her li qadan bin û got: “Ji zû de ye ku ne me, ne jî malbat û parêzer tu hay ji Rêberê me nîn e. Rêbertî bi fizîkî ne li gel me ye lê bi fikira xwe ya azad li gel me ye. Em jin, heta ku azadiya bi fizîkî ya Rêbertiyê teqez nekin em ê her li qadan bin, Rêbertî, zêde giringiyê bi azadiya jinan dide.” 

Ahîn Etî yek ji ciwanên navçeya Şêranê anî ziman ku ew ciwanên herêma Firatê heta ku Rêber APO azad nekin ew ê her li qadan bin û wiha got: ”Ji ber ku Rêbertî em jin ji koletiya bi salan xilas kirin, divê em jî her li ber xwe bidin heta azadiya Rêbertî ya fîzîkî, va ye dewleta Tirk êrîşê herêmê jî dike em jin civaka ku em kole didîtin em ê di çeperên şer de û li her derê heta gihîştina azadiyê li ber xwe bidin.” 

Necah Mislim jî anî ziman ku dewleta Tirk dizane ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê dewleta Tirk hilweşe û got: ”Rêberê me ji bo mafê me têkoşiya lê dewleta Tirk a dagirker ew kir zindanê, dewleta Tirk a dagirker dizane ku Rêberê me azad bibe wê hilweşe. Em bang li hemû ciwanan dikin ku divê her li qadan bin û li ber xwe bidin ku Rêbertî bi fizîkî azad bibe.”