ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xalid El Nasir di 29'ê Kanûnê de şehîd bûye. -
Ambargoya Şamê bû sedema mirina pitikê 17 rojî
Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê pitikekî 17 rojî jiyana xwe ji dest da. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di çarçoveya operasyona 'Birûska Cizîrê' de ku 7 roj in dewam dike, li gundewarên Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Ambargoya Şamê dibe sedema mirinê
Hikumeta Şamê 3 meh in sotemenî, malzemeyên tibbî û xurek li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê qedexe kiriye. Ji ber ambargoyê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Navber ji xwendinê re hate dayin, xizmet kêm bû. -
Li dijî komkujiyên dewleta Tirk-DAÎŞ'ê tevlî operasyonê bûn
Şêxên Eşîrên Ereb gotin, Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan û li gorî pêwîstiya herêmê tê lidarxistin û destnîşan kirin, ku bi QSD'ê re wê jiyaneke ewle û hevpar ava bikin. -
Li Minbicê meşa meşaleyî hat lidarxistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Minbicê meşa meşaleyî li dar xistin. -
Dewleta Tirk êrîşê gundekê Hesekê kir
Dewleta Tirk a dagirker, gunde Til Tewîl ê Hesekê bi balafira bi çek a bê mirov bombe kir. -
Jin a ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Sewre Meter a ji gundê Til Haman ê navçeya Tirbespiyê ku dawiya meha Kanûnê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû. -
HRE: Di nava salê de 204 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava sala 2022'an de 204 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin, ku 20 ji wan polîsên taybet, 72 leşker û 112 jî çete bûn. -
Li Şehbayê salek ji gef, êrîş, ambargo û berxwedanê
Ji bo xelkê Efrînê, ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiriye, saleke tijî gef, êrîş, ambargo bihurî. Efrîniyan di nava salê de li hemberî her cûre êrîş û zextê li ber xwe dan û serê xwe li ber dagirkeriyê netewandin. -
Pêşî li êrîşên giran hate girtin, planên Enqereyê eşkere bûn -1
Operasyona Birûska Cizîrê ku li hemberî DAÎŞ'ê hate destpêkirin, pêşî li gelek êrîşan girt. Di heman demê de gelek planên hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê jî eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê Til Temirê kir
Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, gundê Uca yê navçeya Til Temirê bombebaran kir. -
Operasyona Birûska Cizîrê: 14 çete û gumanbar hatin girtin
Di operasyona 'Birûska Cizîrê' de li navçeyên Hol û Til Birakê 14 çeteyên DAÎŞ'ê û kesên bi guman ên girêdayî DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li Qamişloyê 36 çete hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê 36 çete û hevkarên wan girtin. -
Îsraîlê bombe li balafirgeha Şamê barand
Balafirgeha navneteweyî ya Şamê di şeva Yekşemê de hate bombekirin. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 2 jê leşker in. -
'Gerîla ji çekên qedexekirî bihêztir e'
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê destnîşan kirin ku gerîla ji çekên kîmyewî bihêztir e û gotin, dewleta Tirk a faşîst wê li hemberî berxwedana gerîla têk biçe. -
Dewleta Tirk êrîşê Şerayê kir: 6 leşkerên Şamê birîndar bûn
Hat ragihandin ku dewleta Tirk navçeya Şera ya Efrînê daye ber bombeyan, herî kêm 6 leşkerên Şamê ji ber bombebaranê birîndar bûne. -
Operasyona Birûska Cizîrê: 40 çeteyên din ên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSDʹê ragihand ku di operasyona Birûska Cizîrê de 40 çeteyên din ên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Ji bo Şehîd Xelîl Gedro li Helebê konê sersaxiyê hat danîn
Şêniyên Helebê ber bi konê sersaxiyê yê ji bo Gerîlayê HPG’ê Xelîl Gedro yê di êrîşên kîmyewî de şehîd bû, hatî danîn ve herikîn. -
Ciwanên Kobanê li dijî destdirêjiya dewleta Tirk a li ser goristanê şehîdan meşiyan
Ciwanên Kobanê li dijî destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker li ser goristana şehîdan ên li herêmê dagirkirî meşiyan û gotin, “Destdirêjî li ser nirxên me sedema tolhildanê ye.” -
Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike: 32 çete hatin girtin
Di roja 3'yemîn a operasyona 'Birûska Cizîrê' de li gundewarên Til Hemîsê 32 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li navçeya Til Birakê jî operasyonê destpê kir. -
'Wê dewleta Tirk li hemberî berxwedana jinê û gelan têk biçe'
Endama Rêveber a Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl anî ziman planên dewleta Tirk bi berxwedana gel têk çû û bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên Tirkiye zêdetir têbikoşin. -
Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama operasyona lêgerînê de 9 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
MSD’ê bertek nîşanî guftûgoyên di navbera Enqere-Moskova-Şamê da
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî guftûgoyên di navbera Enqere-Moskova-Şamê daxuyaniyek da û got “Em bang li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku li dijî vê tifaqê derbikevin û têk bibin.” -
Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê. Di serdegirtinê de 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.