Dewleta Tirk birca ragihandinê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker birca ragihandinê ya li gundê Salûkê bombebaran kir. Di encama êrîşê de xeta telefon û înternetê ya li herêmê qut bû.

Dewleta Tirk a dagirker di şerê dagirkerî û qirkirinê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de binesazî û navendên xizmetê yên herêmê dike hedef.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di topbarana li ser gundê Salûk ê başûrê rojavayê kantona Girê Spî de birca ragihandinê rasterast hat hedefgirtin, di encamê de înternet û peywendî li ser herêma gundewarê kantonê hat qutkirin.

Li aliyê din gundê Til Leben ê Til Temir jî bi obusan hate bombekirin.