Li Tirbespiyê û Çilaxayê li dijî tecrîdê meş hate lidarxistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tirbespiyê û Çilaxayê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker meşiya û gerîla silav kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tirbespiyê û Çilaxayê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker meşiya û gerîla silav kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên Qamişloyê bi xwepêşandanekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da.
Xwepêşandan li pêşiya navenda tevgera ciwanan a li rojavayê Tirbespiyê dest pê kir û li tevahî sûka navendî geriya.
Li dawiya sûka navendî xwepêşandan veguherî mîtîngê, li wir endamê tevgerê Mihemed El Meyah axivî û got: "Tecrîda li dijî Rêber Ocalan li dijî hemû gelên herêmê ye û hêzên gerîla li dijî vê siyasetê mertal in."
El Meyah wiha domand: "Em ciwan bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ve girêdayî ne û li dijî hemû projeyên dagirkeriyê bi hêzên gerîlayan re ne."
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.